Pankarta malbata Şenyaşar hat binçavkirin! 2021-09-28 14:52:46   RIHA - Malbata Şenyaşar, ji bo girtina pankartê xwe yê ku di roja 200'an de ji aliyê polisan ve hatibû desteserkirin serî li Miduriyeta Polisan a Rihayê da. Miduriyetê, ji malbatê ragihand ku ji bo 3 rojan biryara binçavkirinê heye û li ser pankartê lêkolîna pisporan bê kirin.    Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a ku di 9'ê adarê de Emîne Şenyaşar û Ferît Şenayaşar, li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 204'an de didome. Malbatê, di roja 150'an de pankartek ku wêneyên Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar û ambûlansa ku hatibû texrîbkirin û nivîsa "Di 14'ê hezîrana 2018'an de li nav Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bav û 2 kurên xwe hat kuştin. 3 sal in kesek jî nehatiye girtin! Bila hiqûqa serweran bi dawî bibe. Ji bo herkes edalet" li ser in amade kiribû. Ji ber vê pankartê di roja 157'an de cezayê pere li Ferît Şenyaşar hat birîn. herî dawî di roja 200'an de polisan bi hinceta ku "pergala cemaweriyê xera dike" vê pankartê desteser kir.    Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol û parêzerê malbata Şenyaşar Gokhan Dayik, duh bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re hevdîtin kirin. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar hatiye rojevê û serdozger gotiye ku malbat dikare bi çalakiyan dengê xwe bide bihîstin û tu qedexekirin ji wan tuneye. Li ser vê yekê, malbatê duh bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê da û daxwaz kir ku pankatê wan a hatiye desteserkirin bê dayîn. Lê serdozgeriyê ji malbat û parêzeran re ragihand ku pankart li Miduriyeta Polisan a Rihayê ye. Li ser vê malbatê serî Miduriyeta Polisan a Rihayê da û miduriyetê bersiva "pankart ne li cem me ye" da malbatê.    Îro malbatê careke din serî li dpozgeriyê da û dozgerî dubare ragihand ku pankart li miduriyeta polisan e. Rayedarên miduriyetê ku duh angaşt kiribûn ku pankart ne li cem wan e îro qebûl kirin ku pankart li cem wan e. Miduriyetê, ji bo pankartê ev agahî dan: "Ji bo 3 rojan biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Wê heyeta pisporan ji bo hêmayên sûc pankartê lêkolîn bike." û pankartê neda malbatê.    Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe re Nobeta Edaletê digire, têkildarî astengiyên ku ji wan re tên derxistin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   'DOZGER SÛC DIKE'   Şenyaşar, da zanîn ku nobeta wan a edaletê 3 demsal in li ber Edliyeya Rihayê didome û ev tişt anîn ziman: "Daxwazeke me ya mafdar heye. Heke Tirkiye dewleteke hiqûqê be divê bi awayekî bêalî hiqûq pêk bê. Em darizandineke adîlane dixwazin. Heke darizandineke adîlane hatibûna kirin niha birayê min Fadil Şenyaşar ku 3 sal û 3 meh in di hucreya yekkesî de tê girtin wê bihata berdan. 3 sal in ji kesên komkujiyê pêk anîn kesê girtî tune ye. Dozger bi parastina kesên komkujiyê pêk anîne sûc dike. Bêhiqûqî, zilm didome. Hemû dinya vê bêhiqûqiyê temaşe dike. Ji ber ku pankarta me bi dûwarê cemaweriyê dibe sûc tê hesibandin. Heke ev sûc be em ê vî sûcî bidomînin. Ji kesên ku ambûlansê anîne vî halî hesab bipirsin, hûn çima hesab napirsin. Gelo ji ber ku xizmên parlamenter in destnedayîna wan heye? Hêza dayika min a li dijî vê bêedaletiyê deyax bike nema. Hesta bêedaletiyê li her dera laşê wê belav bûye. Ji bo ku ev bêedaletî bi dawî bibe em ji raya giştî piştgiriyê dixwazin."     MA / Emrullah Acar