Hatimogullari: Du kesên çekdar ku gotin ‘em polîs in’ xwestin bi ser mala min ve bigirin 2021-09-28 13:05:43   ENQERE - Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Tulay Hatimogullari diyar kir ku roja îna derbasbûyî du kesên sivîl ên bi çekdar ku xwe polîsan dane nasîn hatine ber derê wê û dozgeriyê nexwestiye serlêdana gilîkirinê werbigire û 5 roj in emniyetê tu daxuyaniyek fermî nedaye.    Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari têkildarî êrişa pê re rûbirû maye, li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn.    Hatimogullari di civînê de axivî û bal kişand ser revandina ciwanan, xebatên sîxuriyê û tundî û îşkenceya li ser welatiyan ên di salên dawî de li Tirkiyê zêde bûne.    POLÎSAN XWESTIYE BI ZORÊ BIKEVIN HUNDIR    Hatimgogullari wiha behsa wê hewldana êrişê ku pê re rûbirû maye kir: “Roja înê ya borî, du kesên ku xwe wekî ‘polîsên sivîl’ dan nasîn israr kirin ku bi lêdana zengila deriyê min hewl bidin ku têkevin hundir. Dema ku zengil lêdixist min li lensê nihêrî. Min derî venekir. Wan dizanibû ku em li hundir in. Wan bi berdewamî li zengilê dixist, bi darê zorê, bi israr digotin ‘em polîs in sivîil in’. Min got, 'Ez parlamenter im, polîsek an kesekî din nikare bi vî rengî têkeve mala min, ez derî venakim û ez ê Midûriyeta Giştî ya Polîsan agahdar bikim'. Wan israr kir ku ez 'derî vekim'. Wan her tim digot, 'Em polîsên sivîl in’. Ev çend deqeyan berdewam kir. Di vê navberê de, min xwe gihand hevalên partiya xwe. Me agahî da polîsan. Wê demê, ew jî ji pêlikan daketin û ji avahiyê derketin û ber bi Esat Dortyolê ve çûn.”    ‘DOZGER NAXWAZE DAXWAZNAMEYÊ WERBIGIRE’    Hatimogullari da zanîn ku wan têkildarî mijarê serî li emniyet, dozgerî û Serokatiya Meclîsê dane û lê belê heta niha dozgeriyê daxwaznameya wan wernegirtiye û tevî ku 5 roj di ser bûyerê re derbas bûne dozgerî û emniyetê daxuyaniyek fermî nedane. Hatimogullari got dozgeran nexwestiye daxwaznameya wan werbigire û bi ser meseleyê ve naçin.    DÊ PAŞ VE GAVÊ NEAVÊJIN    Hatimogullari anî ziman ku ev ne bûyerek “münferit” e û heke li naverasta Enqereyê bûyerek wiha diqewime û nikaribin derxin holê ev gumanên wan zêdetir dike û wê ev zext nikarin bi wan paş ve gavê bide avêtin.