Daxwaza rawestandina darizandina Feleknas Ûca hat redkirin 2021-09-28 11:35:32   AMED - Di doza ku Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca têde hat darizandin de daxwaza ji bo rawestandina darizandina wê ya ji be destnedayîna wê hat redkirin.    Ji ber daxuyaniyên wê yên çapemeniyê yên di navbera 2015-2016'an de derbarê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ûca tevlî danişînê nebû û parêzerên wê Serdar Çelebî li danişînê amade bû. Dozger, daxwaz kir ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin û parêzer Çelebî jî destnîşan kir ku çend danişînin daxwaza rawestandina darazê dikin lê dadgeh di vê mijarê de biryar nade û daxwaz kir ku dadgeh di vê mijarê de biryar bide. Heyeta dadgehê, bi hinceta ku sûcdariyên li Ûca tên kirin beriya 20'ê nîsana 2016'an e daxwazê red kir û danişînê taloqî 11'ê çileya 2022'an kir.