Ji ronakbirin ji bo muxalefetê: Destê HDP'ê dirêj kir venegerînin 2021-09-28 11:25:56   STENBOL - Ronakbir û nivîskaran, diyar kirin ku HDP'ê bi deklerasyona xwe rêya ku Tifaqa Millet dixwaze bimeşê ronî kiriye û xwestin ku destê hatiye dirêjkirin paşve neyê vegerandin.    HDP'ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên welat "Deklerasyona Banga Aştî, Edalet û Demokrasiyê" ku ji 11 xalan pêk tê aşkera kir. Di deklerasyona ku pêşniyarên çareseriyê yên çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd, xizanî, ekolojî, jin, ciwan û darazê dihewîne nav xwe de ev bang derket pêş: "Em destnîşan dikin ku bi şertê rêgez bikevin meriyetê ji têkoşîn û rêvebirina hevpar, meşa bi hev re, hevdîtin û muzakerekirina bi hemû aliyên civakî û aktorên siaysî re amade ne."   Nivîskar û ronakbirina deklerasyona HDP'ê ji ajansa me re şîrove kirin û dan zanîn ku di vê pêvajoya hilbijartina pêşwaxt û di Pirsgirêka Kurd de nîqaşên muxatabiyê dertên pêş de banga hatiye kirin erênî dibînin.     TAHMAZ: HDP DEST DIRÊJ DIKE   Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku deklerasyona HDP'ê berhema aqlekî hişmendiya polîtîk e û wiha got: "HDP'ê careke din pozîsyona xwe bi awayî hêz ji raya giştî re ragihand. HDP dibêje cihê me ne cem Tifaqa Cûmhûr e. Dest dirêjî Tifaqa Millet û partiyên din dike. Ji niha pê ve dora Tifaqa Millet û partiyên dine ku dê çiqas cih bidin daxwazên HDP'ê. Heke rê nedin û deriyan bigirin wê fatoreya hilbijartinê ji wan re bê birîn. Deklerasyone ne tenê derbarê hilbijartinê de ye. Rêya ku Tifaqa Millet dixwaze bimeşê ronî dike."   SABÛNCÛ: RÊYEKE NÛ   Nivîskarê T24'ê Mûrat Sabûncû jî destnîşan kir ku deklerasyona HDP'ê weke "danezaneke hilbijartinê" jî bê şîrovekirin û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: "Ji bo tifaqa demokrasiyê rêyeke nû tê pêşniyarkirin. Di vê rêyê de ciwan, jin, kedkar û herkes hene. Rexmî zextên li ser kurdan jî detnîşankirina meclisê û çareseriya demokratîk girîng e. Bi deklerasyonê HDP'ê dest dirêjî muxalefetê kiriye. Divê partiyên muxalefetê û Tifaqa Milletê vî destî paşde venegerînin. Lewre divê ev weke çareserkirina pirsgirêkên kevn ên Tirkiyeyê bê xwendin."   ÎMREK: HDP'Ê BERPIRSYARÎ GIRT   Nivîskar Erdal Îmrek jî bi lêv kir ku deklerasyona HDP'ê destnîşan dike ku rêya çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd di aştiyê de derbas dibe û wiha got: "HDP'ê pirsgirêkê rast xwendiye û deklerasyona xwe ne tenê ji bo hilbijartinan amade kiriye. Ji bo xelasiya ji vê desthilatê HDP rêyeke alternatîf a rizgariyê ya plankirî pêşkêş dike. Li dijî AKP'ê berpirsiya avakirina navendeke bihêz girtiye ser xwe û di heman demê de wê Tirkiyeyê bigihîne demokrasiyê."   MA / Mehmet Aslan