Gundên têketina wan qedexe ji leşker û cerdevanan re vekirî ne 2021-09-28 09:52:33   ŞIRNEX - Li Şirnexê, welatiyên ku gundên wan hatine şewitandin û destûr nayê dayîn ku careke din vegerên gundên xwe nerazîbûnên xwe anîn ziman û ev tişt gotin: "Li Tirkiyeyê hiqûq tune ye, heger hebûya wê ketina gundan serbest bûna."    Li Tirkiyeyê, di encama polîtîkayên ewlehiyê ku ji sala 1984'an ve berdewam dikin 4 hezar gund hatine valakirin û herî kêm 3 milyon mirov bi darê zorê hatine koçberkirin. Herî zêde jî li Şirnex û navçeyên wê gund hatine şewitandin û welatî ji gundên xwe hatine derxistin. Piştî fermana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a "Pêşiya mala xwe jî biçînin, cîhê xwe vala nehêlin", ji bo vegera gund ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanê û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve pakêtên cûrbecûr yên teşwîqê hatin ragihandin. Ji bo vegera gundan heya 100 hezar TL'yî piştgirî tê dayîn. Lê belê li Şirnexê hê jî têketina gelek gundan qedexe ye û her roj li bejahiyên van gundan agir bi daristanan tên xistin. Ji van gundan Cifanê, Nênewa, Derşêwa, Şaxê, Deştalala,Meydî û gelek gundên din welatî heta ku ji walitiyê û qeymeqamên navçeyan  destûr nexwazin nikarin bikevin van gundan. Şêniyan van gundan bertek nîşanî van pêkanînên dewletê dan û daxwaz kirin ku dorbêça li ser gundên wan bi dawî bibe.      'ME BI SEDAN DAXWAZNAME ŞANDIN'    Ji gundê Şaxê yê Cizîrê Mehmet Tûrûg (42), da zanîn ku bi salan e ji bo ku biçin gundên xwe serlêdan dikin, lê ev daxwaza wan her tim tê redkirin û wiha axivî: "Di sala 1994'an de gundê me vala kirin. Dema ku gundê me hat valakirin ez zarok bûm. Ji nêçarî em çûn metropolên tirkan xebitîn. Pişt re em dîsa vegeriyan Cizîrê. Weke wan salan di van salan de jî roj nîne ku gundên me neşewîtinin. Ne dar ne rez û ne jî baxçe ji me re hiştin. Em daxwaz dikin ku biçin gund, lê destûr nadin. Walîtî û qaymeqamî destgûr didin. Lê tabûra Hîsar nahêle ku em bikevin gund. Alîgerên wan bi rehetî diçin gund, fêkî û zeviyên xwe av didin. 5 zarokên min hene û ez nikarim debara xwe bikim. Me bi sedan daxwazname dane lê em nikarin bikevin gund. Gund ji bilî me ji herkesekî re serbest e. Li Tirkiyeyê hiqûq tune ye. Heger hiqûq hebûya ez ê bikaribûma biçûma gundê xwe."   'DI 27 SALAN DE TENÊ 2 CARAN ÇÛME GUND'    Ji gundê Deştalala yê Şirnexê Emîne Dûymak (65) jî nerazîbûn nîşanî qedexekirina têketina gundan da û got ku bi van pêkanînan herêmê bêmirov dihêlin û ev tişt anî ziman: "Dema ku em ji gund derketin me nikaribû tiştekî jî bi xwe re bînin. Ji gundê xwe em derbasî gundeke din bûn. Ji wî gundî jî em derbasî Cizîrê bûn. Em ketin kirêyan. Ev 27 sal in em ji gundê xwe derketine û tenê 2 caran ez çûme gund. Em destûr jî dixwazin nadin me. Ew diçin keda me tînin dixwin û her sal jî gundê me dişewitînin. Baxçeyên me, rezên me û pezê me hebû. Li gundê me her tiştek çêdibû û me li ser wê debara xwe dikir. Lê nahêlin ku em biçin gundên xwe û têketina gund qedexe ye."    'JI BILÎ CERDEWANAN KES NIKARE BIKEVE GUND'    Ji şêniyên gundê Deştanala Taybet Bayik (70) jî bi lêv kir pêkanînên di salên 1990'an de li herêmê bênavber didomin û diyar kir ku her sal bi şewatan dixwazin şopên jiyanê li gundên wan tune bikin û wiha got:  "Ev zêdetirî 27 salan e em ji gund derketin. Rezên me hebûn, bêhivên me hebûn. Lê hemû şewitandin û ez niha biçim ez ê nas nekim. Mêşên me yên hingivîn şewitandin. Gundê me hatiye valakirin heta niha ez tenê carekî çûme gund. Ji wê rojê heta niha ji min re derde ku ez biçim gund. Erdê me hebû û me debara xwe li ser wî erdî dikir. Lê niha tiştek nema ye û her tişt şewitandine. Îsal jî yek der nehiştin ku neşewitandine. Her der şewitandin. Ji bilî cerdewanan û hêzên ewlehiyê  nahêlin ku kes biçe gund. Îro ji min re bibêjin têketina gund serbeste ez ê biçim mala xwe ji nû ve ava bikim. Min dike teror û mirîşka me dike teror û têketina gund qedexe dikin. Em dixwazin vê qedexeya li ser gundê me rakin."   'YEK DAR LI GUND NEHIŞTIN'    Ji gundê Meydî yê Şirnexê Mehmet Gûzen (69) jî  anî ziman ku ew bi salan e bi hesreta gundê xwe dijî û ev tişt gotin: "Li gundê me her tişt hebû. Lê gundê me niha qedexe ye. Heta ku destûr nedin em nikarin biçin gund. Ev ne hiqûqî ye. Ev 30 sal in gundê me vala kirine ev 10 sal in ez neçûme gund. Dibêjin gund serbest bûne. Tişteke wisa tune ye û ev gotin ne rast. Gundê me hemû şewitandiye. Yek dar li gund nehiştine."   MA / Zeynep Dûrgût - Omer Akin