Peyama amediyan ji bo Erdogan: Meseleya kurdî heye, muxatab jî Ocalan e 2021-09-28 09:04:29 AMED - Amediyan anî ziman kir ku Erdogan ê ku meseleya kurdî înkar dike, li derveyî Amedê dibe dijminê kurdan. Amediyar diyar kir ku meseleya kurdî rastiyek e û muxatabê sereke yê çareseriyê jî Ocalan e.  Piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ku gotibû "Em tevî HDP'ê dikarin meseleya kurdî çareser bikin", derbarê muxatabê meseleyê de bû cihê nîqaşê. Amediyan bal kişandin ser hebûn meseleyê û destnîşan kir ku muxatabê wê jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.     MESELEYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ   Selçûk Mete, diyar kir ku li Tirkiyeyê meseleya kurdî heye û mînaka vê ya herî berbiçav jî nikarin bi awayekî azad bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin bi xwe ye. Mete got: "Divê her kes bi awayekî azad karibe bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive. Li Komara Tirkiyeyê tîma Neteweyî ya Tirk heye, lê ez ranabim ez wê tîmê naparêzim. Ev meseleyek e. Heger tu rabî wê bi navê 'tirk' pênase bikî, û tu di çalakiyeke kurdekî de tirkan berz bikî, nexwe ev tê wê wateyê tu li ser pişta kurdan debara xwe dikî. Beriya her tiştî divê hemû mirov li ser vê pirsê hûr bibin."    Mete, ji bo muxatabê meseleyê jî got: "Helbet muxatabê meseleya kurdî diyar e, Birêz Ocalan e. Parlementerên li meclîsê me temsîl dikin, zimanê me diparêzin, lê em gel divê tiştina bikin. Em dikarin bi awayekî aram bijîn. Li seranserê cîhanê hemû nijad serxwebûna xwe radigihînin. Em jî dikarin xwe bi xwe serxwebûna xwe ragihînin. Heger ew me esas negirin, em qet û qet wan esas nagirin. Tu qîmeteke qanûnan tune ye."    DAXUYANIYÊN KILIÇDAROGLÛ   Mete, diyar kir ku divê Kiliçdaroglû di gotinên xwe de jidil be û got: "Her kes dixwaze di ser kurdan re tiştina bike. Bi kurdan dibin îqtidar. Bi kurdan dibin xwedî aborî. Mesele di me de ye, divê em xwe azad bikin. Divê em vê li bara civakê bidin der. Bê şik û guman muxatabê me Ocalan e. Ji lew re gava ewil ji wî dest pê kir. Ê ku ewilî em serwext kirin ew e. Peyrewên wî jî, em ciwan in. Ev kar dê bi ciwanan çareser bibe."    Fatîh Sîpçîk jî got: "Em xwe bi xwe ketine nav lîstikekê, lê heya em hay ji vê çênebin, dê ev mesele çareser nebe. Li welatekî ku em bi rihetî niakrin bi zimanê xwe biaxivinî dê mirov çi qasî rihet be? Em ê qet rehet nebin. Gava tu fikira xwe bilêv dikî, a din a rojê tu tê binçavkirin. Paşê nîviyê temenê te di girtîgehan de derbas dibe. Girtî hemû ji ber ziman û çanda xwe di girtîgehan de ne. Kes şer naxwaze. Me çi qas got aştî, wan em kuştin. Ji bo me bitepisînin, em xistin girtîgehan. Ji lew re hêzeke wan î ku karibin bitepisînin tune ye."    ‘MUXATABÊ HERÎ MEZIN OCALAN E'    Sîpçîl, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî divê girtiyên siyasî hemû bên berdan û got: "Erdogan ji bo hîmê xwe tekûz bike, siyasetmedarên me girtin. Lê bi ser neket. Her diçe welat bêtir dikeve nav çiravê. Muxatabê sereke yê meseleya kurdî Birêz Abdullah Ocalan e. Muxatabê herî mezin ew e. Lê mixabin bi salan e girtî ye, dîl hatiye girtin. Heger ew azad bibe, em ê rojên xweştir bibînin. Azadiya wî di dest me de ye. Em dixwazin di nêz de Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Girtiyên siyasî rûmeta me ne. Ne ji wan bûna, me yê ev roj nedîtana."    DIJMINÊ KURDAN   Diyar Baran jî bal kişand ser girtina siyasetmedaran û got: "Belesebeb gelek siyasetmedar girtin. Bila wan berdin, dê meseleya kurdî çareser bibe. AKP, ji roja roj de bela xwe di kurdan dide. Tu lê dinerî dibêje 'meseleya kurdî tune ye', tu lê mêze dikî tê Amedê dibêje 'canê min fidayî we be.' Gava ji Amedê diçe dibe dijminê kurdan. Meseleya kurdî dê bi gel çareser bibe, bila gel bibin meclîsê, dê ev mesele di pênc deqeyan de çareser bibe."    Azîz Avşar jî bertek nîşanî daxuyaniyên dawî yên Erdogan dan ên derbarê meseleya kurdî de û got: "Li Tirkiyeyê meseleya kurdî heye û ev rastiyek e. Muxatabê meseleya kurdî, kurd in."    GOTINA GEL   Huseyîn Abbasî jî bawer nake ku Kiliçdaroglû meseleya kurdî çareser bike û got: "Ji bo mirovan ber bi xwe ve bikişîne, mexsûs wiha dike. Em bi feraseta berê ya CHP'ê dizanin. CHP'ê tu carî piştgirî li kurdan nekiriye. Ji roja komar hatiye avakirin heya nih tahde li kurdan kiriye. Muxatabê meseleya kurdî kurd in. Bawer nakim ku CHP meseleya kurdî çareser bike. Navnîşana çareseriyê gel e. Heger feraseta nijadperestiyê biguhere, dê mesele çareser bibe."    ‘DÊ BI EMPATIYÊ ÇARESER BIBE'    Salîha Gaylan jî bertek nîşanî nijadperestiyê da û got: "Em hemû xwişk û bira ne. Divê cihêkariyeke wekî kurd û tirkan tune be. Lê rabûne tiştekî wiha dikin, dikim nakim fêm nakim. Înşelleh dê çareser bibe. Nijadperestiyek mezin li kurdan tê kirin. Divê her kes bi zimanê xwe biaxive, divê azadiya tu kesî neyê binpêkirin. Heger em mil bidin milê hev, dê ev mesele çareser bibe."    MA / Eylem Akdag -  Ceylan Şahînlî