Li girtîgehê pençeşêr lê peyde bû, ji bo wî nebin nexweşxaneyê xistin hucreyê 2021-09-28 09:03:52 WAN - Abdûrrahman Aşkan, diyar kir ku gava di Girtîgeha Panosê de bû ji bo biçe nexweşxaneyê 3 mehan di hucreyê de hatiye ragirtin û bêyî ku biçe nexweşxaneyê cezayê wî qediyaye û gava derketiye çûye nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jê re gotin pençeşêr lê peyda bûye.  Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê ku di sala 2016'an de wekî "girtîgeha pîlota" hat vekirin, bûye cihê binpêkirinên mafan. Ji ber vê girtî wê dişibînin "Kampa Naziyê." Di çûyî de girtiyên nexweş Mûstafa Akyol, Kinyas Gulcan, Takyeddîn Ozkahraman û Alî Boçnak li vê girtîgehê jiyana xwe ji dest dabûn.    Abdûrrahman Aşkan jî ku nêzî 4 salan di Girtîgeha Panosê de ma û di 8'ê Tîrmehê de hat berdan, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û tiştên girtiyên nexweş bi wan re rû bi rû dimînin kir. Aşkan ku înfaza wî 6 mehan hat taloqkirin, li girtîgehê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye.    ‘ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK'    Aşkan, anî ziman ku gava hatiye girtin, li girtîgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û ji ber ku qebûl nekiriye gardiyan û eskeran lê xistine. Aşkan, destnîşan kir ku li Girtîgeha Panosê pêkanîneke sîstematîk heye û mafên wan ên sereke ên wekî xwarin, vexwarin, revîr, dermandayînê hwd. hemû ji aliyê îdareya girtîgehê ve hatine astengkirin û got: "Li girtîgehê îşkenceyeke sîstematîk hebû. Ev tişt dianîn serê malbatan jî. Em li Girtîgeha Panosê di navbera mirin û jiyanê de diçûn û dihatin. Di nav avê de kurm hebûn. Gava me daxwazname dida digotin, ne ji ber wan e  û tiştek nedikirin. Gava me dixwest hevdîtinê bi îdareya girtîgehêr e bikin, daxwaza me nedihat qebûlkirin. Orta zivistanê bi zanebûnî kalorîfer digirtin. Bi sedan hevalên nexweş nedihatin tedawîkirin. An bi mehan ew nedibirin revîrê an jî gava wan dibirin revîrê yan jî gava dibirin revîrê, bi mehan, tew carinan bi salan wan dibirin nexweşxaneyê. Ji ber van binpêkirinan 4 hevalên me yên girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest dan."     PIŞTÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ NEHATIN TEDAWÎKIRIN   Aşkan, destnîşan kir ku Girtîgeha Panosê "girtîgeha pîlot" e û helwesta rêveberiya girtîgehê jî di vî warî de bû. Aşkan, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê wekî dijminan nêzî wan dibû û got: "Gava me daxwazname didan, bersiv nedidan. Ji ber vê girtiyên nexweş nehatin tedawîkirin û rewşa wan giran bû. Şert û mercên Girtîgeha Panosê pir zehmet bûn û dijî mirovatiyê bûn. Ji sedî 80'ê girtiyan nexweş bûn. Reîs Kaya, Ercan Erîş, Huseyîn Aşkan û Yûsûf Gultekînê ku em di heman qawîşê de bûn, pir nexweş bûn û rewşa wan pir xirab bû. Piştî greva birçîbûnê ya 2019'an nexweşîn zêde bûn. Piştî çalakiya greva birçîbûnê me birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pnosê û li vir tenê li nebza me û kîloya me mêze kirin û em şandin. Ji xeynî vê tiştek nekirin. Piraniya hevalan di ser 140 rojî de di grevê de mabûn, lê ev heval nehatin tedawîkirin. Piştî greva birçîbûnê di warê xwarinêd e jî tiştek nehat kirin û her çû nexweşînên wan zêde bûn."    ‘JI BER GUHNEDÊRIYÊ JIYANA XWE JI DEST DAN'   Aşkan, diyar kir ku Alî Boçnakê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, dema çûne nexeşxaneyê ew nas kiriye û Boçnak ji ber ku nehatiye tedawîkirin jiyana xwe ji dest daye. Aşkan got: "Hevalên me ji ber nehatin tedawîkirin û ji ber guhnedêriyê jiyana xwe ji dest dan."    PÊ HESIYA KU PENÇEŞÊR LÊ PEYDA BÛYE'   Aşkan, bilêv kir ku berî bê girtin tu nexweşînek wî tune bûye. Aşkan, da zanîn ku xwarina li girtîgehê tê çêkirin bi berên pir nebaş tê çêkirin û got: "Li girtîgehê nedixwazint u bimirî ne jî bijî. Li girtîgehê tevî êşa madeyê, xwîn ji qirika min hat. Her çû ev xwîn û êşa qirikê zêde bû. Ji bo biçim nexweşxaneyê min daxwazname da, lê min xistin hucreyê. Ji bo min nebin nexweşxaneyê min 3 mehan di hucreyê de hiştin û bêyî ku min bibin nexweşxaneyê ez hatim berdan. Paşê ez çûm nexweşxaneyê û gotin pençeşêr li te peyda bûye. Bê şik û guman, sedema vê îhmalkariya rêveberiya girtîgehê ye. Bangawaziya min ji bo gelê kurd, mirovên xwedî wijdan û ehlaq; xwedî li girtiyên nexweş derkevin."    MA / Dîndar Karataş