Rojnamevan Aykol: Dora gavavêtinê ya Tifaqa Millet e 2021-09-27 16:54:15   ENQERE - Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol diyar kir ku deklarasyona HDP’ê rola siberojê radike ser milê xwe û got: “HDP’ê gava xwe avêt, niha jî dora Tifaqa Millet e ku gav biavêje.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) “Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştiyê” ku ji 11 xalan pêk tê eşkere kir. Di danezanê de rêgezên çareserkirina demokratîkkirinê, pirsgirêka kurd, pirsgirêkên feqîrî, ekoloji û jinan hatin eşkerekirin. HDP di danezana xwe de ji aliyên civakî û aktorên siyasî re got ew ji bo muzakereyê amade ne û ew ji bo têkoşîn û rêveberiya hevpar amade ne.    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol ê li eywana ku danezan lê hat eşkerekirin amade bû destnîşan kir ku danezana HDP’ê ji bo serdema pêşiya wan ku ji siyasetê re pêşengiyê bike girîng e. Aykol diyar kir ku danezan di serî de “muxatibiya pirsgirêka kkurd” û gelek mijarên di rojevê de di hundirê xwe de dihewîne û bersiva gelek nîqaşên siyasî ye. Aykol da zanîn ku HDP’ê destnîşan kiriye ku ew ji bo rêveberiya Tirkiyê amade ne û balê dikişîne ser hemû pirsgirêkên aliyan û rêgezên çareseriyê eşkere bûn.    HDP JI BO ÇARESERIYÊ AMADE YE    Ayokol anî ziman ku danezan xwedî naverokek xurt û bernameyek têr û tije bû û gelek serkeftî ye. Aykol anî ziman ku HDP’ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên din rêgezên xwe daniye holê û ev rêgez jî nîşaneya birêvebirina welatek demokratîk e.    ‘DORA GAVÊTINÊ YA TIFAQA MILLET E’   Aykol destnîşan kir ku ji bo danezan ji bo derbasbûna serdemê xwedî girîngiyek cuda ye û di serdema nû de serokomarê were hilbijartin, ji bo derbasbûna pergala parlamenteriyê divê hin biryarnameyan derxe. Aykol anî ziman ku divê Tifaqa Millet ji bo tiştên wê bike soz bide xelkê û got: “Niha danezanek ku HDP’ê belav kir û hemû aliyên gel di nava xwe de dihewîne heye. Pêdiviya enternetê ya ciwanan jî wek têbinî girtin e. Ji bo pergala edaletê û rêveberiyên xwecihî divê çawa be, bi bernameyek kurt û kurmancî danîne pêşiya xwe. Niha tişta ku tê çaverêkirin dê Tifaqa Milletê îmze biavêje bin danezanek çawa. Ez nebawerim ku Tifaqa Millet danezanek  ji danezana HDP’ê pêşdetir eşkere bike. Lê divê ew jî danezanek nêzî ya HDP’ê eşkere bikin. Bi taybetî HDP’ê beyan da Tifaqa Millet û gava xwe avêt. Niha jî beyandayîn û gavavêtin dora Tifaqa Millet e. Ev tenê ne ji bo hilbijêrên kurd derbasdar e, rizgariya ji rejîma Erdogan e.”    MA / Berna Kişin