'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne' 2021-09-27 16:06:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Di Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hat diyarkirin ku Tirkiye ava herêmê weke çekek şer û siyasî bi kar tîne û ji bo ku ev şer bi ser nekeve divê kedek mezin were dayîn.    Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê ve û bi beşdariya Zanîngeha Rojava û Navenda Firatê ya Lêkolînan hat organîzekirin, li hola Serdem a Çandê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di komxebata ku wê 2 rojan dewam bike de, mijarên weke qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî avê, siyaseta herêmê, şerê avê û bikaranîna wê, dê bên nîqaşkirin. Bi dehan şande û nûnerên saziyên civaka sivîl, rêxistinên navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, rêxistin û platformên hiqûqî û yên têkildarî hawîrdorê û şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî komxebatê bûn.     Hevserokê Desteya Rêveriya Herêmî û Hawirdorê Silêman Ereb, axaftina vekirinê ya konferansê kir û bi xêrhatina beşdarvanan kir. Ereb, diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber guhertinên hewayê û bandorên neyînî yên li ser hawîrdor û jiyanê, zêdebûna hejmara şêniyan, tevgera zêde ya koçberiyê û kêmbûna jêderên avê bi astengiyên xeter re rû bi rû ma. Ereb, zanîn ku dewleta Tirk û zêdebûna tevgera rêxistinên terorîst yên li herêmê bi awayekî neyînî bandorê li xebitandina pergal û torên avê dike.   Ereb, piştrast kir ku rewşa avê li herêmê ligel kêmbûna jêderên wê û kontrolkirina jêderên avê ji aliyê dewletên ku av jê dihereke ve, kirêtîk e û wiha got: "Armanca lidarxistina vê komxebatê, nirxandina derfetan, kêmkirina aloziya avê, derbaskirina astengiyên heyî û yên pêşerojê, afirandina hevsengiyekê di mijara avê de li herêmê ye. Me her tişt amade kiriye da ku komîteyeke çavdêr were avakirin ji bo pêkanîna armanc û perspektîfên komxebatê bişopîne.   TIRKIYE AVÊ LI DIJÎ SÛRIYEYÊ BI KAR TINE   Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş jî, di axaftina kirin de, piştrast kirin ku dewleta Tirk şerê avê li dijî gelên Sûriyeyê bi kar tîne û wiha gotin: "Ji ber ku Tirkiye û çeteyên hevkarên wê ava çemên Firat û Dîcleyê bi zanabûn ava stasyona Elokê li ser bajarê Hesekê qut kirin, aloziya avê li herêmê çêbû. Gelên herêmê di şoreşa Sûriyê de gelek destkeftî bi dest xistin. Ruxmî şer û hemû astengiyan, rêveberiya herêmê hemû alozî derbasî kirin, lê niha bi aloziya avê re rû bi rû maye ji ber ku dewleta Tirk bi rêya avê şerê herêmê dike û ava çemê Firatê qut dike. Cîhan jî li pêşiya vê kiryarê bêdeng e. Ji bo ku pirsgirêk û aloziyên li herêmê bi dawî bibin divê pêşiya sûcên dewleta Tirk were girtin. Dewleta Tirk lihevkirinên têkildarî parvekirina çemê Firatê binpê dike. Ev jî bi awayekî neyînî bandorê li civaka Sûriyê dike."   Hevserokan, herî dawî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên mirovî kirin ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe rawestîne.   'TIRKIYE AVÊ WEKE ÇEK BI KAR TÎNE'   Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Bernard Kouchner ê berê û nivîskarê fransî û pisporê kar û barên Kurdî Patrice Franceschi yên beşdarî komxebatê bûn jî nirxandinên girîng kirin.      Kouchner û Franceschi daxuyandin ku armanca beşdarbûna wan a komxebatê ew e ku aloziya ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxistiye, ji nêz ve bişopînin û çareseriyên ku divê ji bo rêgirtina li karesata mirovî ya dibe ku li herêmê rû bide, nîqaş bikin.   Kouchnuer û Franceschî, di axaftinên kirin de wiha gotin: "Gelek rêbazên leşkerî, siyasî, zanistî, fikrî û civakî yên şer hene. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şerê avê li dijî gelên Sûriyê tê meşandin. Di van hemû şeran de her aliyek hewl dide berjewendiyên xwe yên siyasî dûrî berjewendiya giştî pêk bîne. Dewleta Tirk jêderên avê yên li vê herêmê wekî çekek siyasî li dijî Kurdan û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Şerê avê xetertirîn cureyên şerê li dijî civakan e û armanc jê ew e ku bi rêya tîhkirin û birçîkirinê, civakê ji hev bixe û berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bîne. Jji bo sekinandina li dijî vî şerî, divê rêbazên siyasî hebin, li kêleka wê divê jêderên avê yên pêwîst ji bo herêmê werin peydakirin û ji tecrubeyên berê sûd were girtin. Divê her kes ji aliyê xwe ve jêderên altirnatîf ava bike ku ev şerê avê bi ser nekeve û bibin sedem ku Tirkiye dev ji vê siyaseta xwe berde."   'KONTROLKIRINA JÊDERÊN AVÊ'   Dûre Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer, axivî û wiha got: “Sûriye welatekî herêma Rojhilata Navîn e ku jêderên avê lê kêm in. Ev 10 salin em vê aloziyê dijîn. Ji ber vê alozî, topbaran û hedefgirtina jêderên avê, stasyonên derxistina kehrebeyê, kanalîzasyonê û binesaziya avê wêran bû.”   Emîne, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: "Li ser mijara ava çemê Firatê ruxmî lihevkirina 1987`an Sûriyê her tim bi dewleta Tirk re bi nakok bû. Dewleta Tirk vê lihevkirinê binpê dike û bi herikîna ava çemê Firatê mîna ku mafê wê kontrol dike û bê hesabê ji Sûriyê re bigire projeyan û bendavan li ser çemê ava dike.”   AV KÊM BÛYE   Emîne, destnîşan kir ku ji ber kiryarên dewleta Tirk ava çemê Firatê pir kêm bûye û wiha domand: "Ev nîşaneya rûdana karesateke mirovî dide û di encamê de ava vexwarinê û kehrebe li ser bi milyonan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bû. Dewleta Tirk ji bo armancên xwe yên siyasî, aborî û ewlehiyê rewşên dijwar ên li herêmê û avê wek çekekî li dijî gelên herêmê bi kar tîne. Ji ber van siyasetên dijminane yên dewleta Tirk, herêm bi xeteriya tunebûna ewlehiya xwarin û avê rû bi rû ma ye. Ev jî li pêşiya pêkanîna îstiqrara siyasî û pêşketineke domdar, dibe asteng."