Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe 2021-09-27 09:00:48 STENBOL - Hiqûqzan Ercan Kanar diyar kir ku Tirkiye di bersiva Komîteya Wezîran a Konseya Ewrpayê de ji rastiyê reviyaye û got: "Komîte dikare mafê hilbijartin û mafê axaftinê yê Tirkiyeyê û endamtiya wê ya di konseyê de binirxîne û di ber çavan de derbas bike.”  Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hayati Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan ên di girtîgehê de ne û ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) birayên derbarê rewşa girtina wan û cezayê heta hetayê li wan hatiye birîn bike rojeva xwe, di 29’ê tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) da. KWKE di 30'ê mijdarê û 2'yê kanûnê de wê serlêdanê bixe rojeva xwe û derbarê maf û cezayê kesên navborî de ji Tirkiyeyê bersivê xwest.    Digel ku di bersivdayîna Tirkiyeyê ya di 7’ê îlonê de qala "mafê hêviyê" û "guherandina qanûna cezayê muebeta girankirî" nehatiye kirin, di heman demê de tespît û pêşniyazên ku di serlêdanê de hatine kirin jî paşguh kirin. Tirkiyê li ser raporên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê û Muameleya Xerab a Konseya Ewropayê (CPT) a derbarê şert û mercên li Îmraliyê de ku girtiye dest îdia kiriye ku li Girtîgeha Îmraliyê tu binpêkirina mafan nîne.    Hiqûqzanê cezayê Ercan Kanar têkildarî komîteyê piştî serlêdanê û bersiva Tirkiyeyê cara ewil ev mijar xistiye rojeva xwe nirxand.    TIRKIYE JI RASTIYÊ DIREVE   Kanar destnîşan kir ku çima Tirkiye bi rapora CPT’iyê ya sala 2019’an amade kir bersivê nade û got: “Bi rastî jî Tirkiye ji rastiyan direve. Çimkî binpêkirina mafan a li Îmraliyê di rapora CPT’iyê de cih digire.”    HIKUMET JI RAPORA DAWÎ ACIZ E    Kanar da zanîn ku Tirkiye li ser raporên berê yên CPT’iyê mijarê belav bike û vê yekê wek “nêzîkatiyek oportünist” pênase kir. Kanar anî ziman ku rapora dawî ya CPT’iyê rastiyan raxistiye holê û hikumet ji vê rapora dawî ya CPT’iyê ditirse û naxwaze li gorî wê tevger bike.    HIQÛQA ŞERÊ DIJMINANE    Kanar diyar kir ku tevî rapora herî dawî ya CPT’iyê jî bersiva Tirkiyeyê armanc dike ku "nêzîkatiya nijadperestî veşêre” û got: "Di Rêgezên Mandela de pir zelal e; Cezayên dîsîplînê tu carî nahêle ku hevdîtinên malbat û parêzeran were astengkirin. Çi dibe bila bibe, ev maf nayên înkarkirin. Pratîkên piştî 2009’an hatine kirin bi tevahî binpêkirina vê rêgezê ne. Serîlêdanek hucreyê heye ku meh û salan dibîne. Ev binpêkirina Rêgezên Mandela ye. Ji her alî ve tê dîtin ku hiqûqa şer a dijminane di dewrê de ye.”    ‘PÊKANÎNÊN LI DIJÎ OCALAN NEQANÛNÎ NE’    Kanar anî ziman ku pêkanînên li dijî Ocalan neqanûnî ne û wiha dewam kir: "Dema ku biryar bi dawî bû, têkiliyên wî kesî bi sûcê ku tê îdîakirin re qut dibe. Ji ber vê yekê mehkûm dibin wekhev. Ji ber vê yekê, cihêkarî di înfazê de nayê kirin. Lê belê, dema ku em lê dinihêrin, pratîkek înfazê ya cihêkar heye. Dema mijar dibe Ocalan, pêkanînên înfazê yên nîjadperest dikevin dewrê û didomin. Lê Tirkiye naxwaze ku ew were eşkerekirin an rexne kirin."   BÊDENGIYA EWROPA    Kanar destnîşan kir ku Ewropa di ferqa her tiştî de ye lê di astek tê xwestin de bertek nîşanî rewşê nade û ji ber Ewropa serdema xwe ya herî lawaz dijî û AKP jî di ferqa vê yekê de ye û lewma rehet tevdigere.    ‘DIVÊ ÊDÎ DMME BIRYARA XWE BIDE’    Kanar destnîşan kir ku cezayên li ser Azerbaycanê hatine sepandin dikarin li Tirkiyeyê jî werin sepandin û wiha got: “Qonaxên vê hene. Li ser bersiva Tirkiyeyê, dibe ku Komîte biçe Daîreya Mezin. Odeya Mezin jî dîsa dibîne ku biryara DMME’yê ya di sala 2014’an de daye nehatiye bicihanîn. Li ser vê yekê, Komîte dikare destnedayîna mafê dengdan û dengdayîna Tirkiyeyê û her wiha endamtiya wê ya konseyê binirxîne. Divê êdî komîte viya bike rojeva xwe. Divê êdî viya mecbûrî be. Heger ew neke rojeva xwe, ew ê xwe bi xwe bikeve nava nakokiyan. Divê DMME ji ber nesepandina biryara xwe biryara binpêkirinê ya nû bide.”    MA / Mehmet Aslan