ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-26 09:00:05   * TJA, ji bo jin bên cem hev du û bi hev re hilberînê bikin, dest xebatên avakirina kooperatîfan kir.    * Navçeya Ardanûçê ku ji ber polîtîkayên îqtidarê çandinî û sewlavaniya wê li ber qedandinê bû, niha bi lewenteyê tê ser hemdê xwe. Serokê Kooperatîfa Hilberîneriyê Gursel Kaya, diyar kir ku rizgarî bi hilberînê pêkan e.    * Xwendekarên zanîngehê yên ku pirsgirêka xwe ya starbûnê li park û baxçeyan tînin ziman, bang li îqtidarê kirin: "Madem hûn nikarin çareser bikin, nexwe ji ser wan qoltixan rabin."    * Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik, anî ziman ku Serokkomar Erdogan, dixwaze bi Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş rayan zêde bike.    * Serokkomar Erdogan, diyar kir ku dê îlheqa Qirimê ya ji bo Rûsyeyê esas negirin. Tê gotin armanca sereke ya daxuyaniyên Erdogan, ew e ku di hevdîtinên Soçiyê de, di warê Îdlibê de hin tawizan bi dest bixe.    * Li kuçeyên Rihayê me rewşa aboriyê ji welatiyan pirsî. Ahmet Demîr, bal kişand ser krîza aborî û ji bo navnîşana çerseriyê got: "Gava em kîsikek miqarne qebûl nekin, dê çareserî bê." Welatiyekî ku nexwest navê xwe bêje jî got: "Bi hilbijartinê hat, înşelleh dê bi hilbijartinê biçe."    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyşar di roja 202'yemîn de dewam dike   * HDP, wê li Enqerê Konferansa Rêveberiyên Herêmî li dar bixe. (10.00)