Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya 2021-09-25 17:17:16   ŞIRNEX- Li Taxa Bahçelîevlerê ya Şirnexê binbanê avahiyeke TOKÎ'yê hilweşiya.    Li Şirnexê TOKÎ'yên ku li şûna xaniyên di dema qedexeya derketina derve de hatibûn xerakirin hatin çêkirin, hildiweşin. Îro danê nîvro ji avahiyên ku li Taxa Bahçelîevlerê hatin çêkirin, binbanê avahiyeke li etaba MB2-12'yan hilweşiya. Nehat zanîn ku bê ban ji ber çi hilweşiyaye û hat ragihandin ku di dema hilweşandinê de kes li cihê bûyerê tune bûye.