Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan 2021-09-25 16:19:39   STENBOL - Endama Komîsyona Nexweşxaneyan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Meral Nergîs Şahîn, diyar kir ku di sala 2020’an de 50, di 3 mehên ewil ên sala 2021’an de 13 girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan û bi lêv kir ku bi astengkirina mafê xwegihandina tenduristî û tedawiyê “politikaya kuştinê” tê meşandin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di çalakiya “Rûniştina F” a ket hefteya 496’emîn de, bal kişand ser girtiyên nexweş.    Endama komîsyonê Meral Nergîs Şahîn a di civîna çapemeniyê ya avahiya komeleyê hat lidarxistin de axivî, diyar kir ku ligel gelek mafên girtiyan ên li girtîgehên li Tirkiyeyê de dimînin, “mafê jiyanê” jî tê binpêkirin. Şahîn, da zanîn ku ev rewş gelek caran di raporan de jî cih girtiye û wiha got: “Di serî de girtiyên nexweş, mafê tenduristî û tedawiyê yê hemû girtiyan tê astengkirin. Ji ber vê yekê jî gelek binpêkirin pêk tên. Ji bo pandemiyê zêde bergirî nayên girtin, tecrîd roj bi roj giran dibe û girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin.”   ‘POLÎTÎKAYA KUŞTINÊ TÊ PÊKANÎN’   Şahîn, bi lêv kir ku li gorî daneyên komeleya wan gihiştinê di sala 2020’an de 50, di sê mehên ewil ên sala 2021’an de 13 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: “Sabrî Kaya û Mehmet Alî Çelebî dema li ber mirinê berdan û piştî demekî kurt jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên nexweşên giran Mehmet Emîn Ozkan  û Siddik Guler ên 83 salî hêj li girtîgehê tên girtin û li benda mirina wan in. Ji xeynî van Alî Osman Kose, Ergîn Aktaş, Ekîm Polat, Mehmet Yamaç, Fatma Tokmak, Sureyya Bûlût, Dîcle Bozan, Serdal Yildirim, Kemal Gomî, Kemal Ozelmali û bi sedan girtiyên nexweş ê em nikarin navên wan bi hejmêrin di vê rewşê de ye. Bi astengkirina xwe gihandina mafên tenduristî û tedawiyê di hundir de politikaya kuştinê tê pêkanîn û girtiyan mehkumî kuştinê dikin.”   Şahîn, ji bo ku girtiyên nexweş, pîr, astengdar, pîr û jinên bi zarok bên berdan raya giştî vexwend hestiyariyê û rayedar jî vexwendin ser peywîrê.