Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e 2021-09-25 15:17:27   ŞIRNEX - Hûseyîn Çagdaş ku li Taxa Dîcleyê ya navçeya Silopiyê dijî, ji aliyê DEDAŞ'ê ve 6 hezar û 600 TL cezayê perê lê hat birîn. Welatiyê ku ji meha sibatê ve bê ceyran e derbarê DEDAŞ'ê de doz vekir.   Li taxa Dîcleyê ya Sîlopiyê ya Şirnexê, Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hinceta ku ceyrana qaçax bi kar anîne ji 5 malbatan re cezayê pere birî. Welatiyê bi navê Hûseyîn Çagdaş ku 6 hezar û 600 TL cezayê pere lê hatiye birîn li dijî vê pêkanîna keyfî ya DEDAŞ serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê da. Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê, vê serlêdana Çagdaş red kir. Li ser vê Çagdaş, dozê bir Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind jî doz taloqî meha mijdarê kir.    'BILA CEYRANA MIN VEKIN'   Çagdaş, diyar kir ku DEDAŞ'ê neheqî li wî kiriye û daxwaz kir ku DEDAŞ ji vê biryara xwe gav paşve biavêje û wiha axivî:" Ji ber ku min pere nerazandiye ev 8 meh in ceyranê nadin min. Panoyên ceyranên ji derve ne. Di hûndirê panoyê de prîzek heye. Ji ber vî prizî ji me 5 malbatan ew cezayê pere birîn. Di navbera mala min û panoyê de 150'î metre hene. Di heman demê de pano nifte kiriye. Ez ê çawa qabloyê bikêşim. Li tevî vê ji min re 6 hezar û 600 TL cezayê pere birîn. Pişt re min gilî li vê biryarê kir. Dûvre DEDAŞ hat li vir lêkolîn kir. Lê encamek derneket holê. Ji meha sibatê vir ve ez bê ceyranim.Ez nêçar im. Dibistan vebûn û min 5 xwendekar hene. Wê ev xwendekare çawan di taritiyê de bixebitin? Duh li min geriyan û gotin ku deyn danê îcrayê û ew pere bûye 9 hezar û 750'î Lîre. Divê DEDAŞ dawî li van pêkanînên xwe bîne. Heta ku doz encam digire divê ceyrana min vekin. Destê wan de yek delîl tune ye ku min ceyrana qaçax bikaranîne. Li tevî îfadeyê kesên ku gotin me ceyrana qacax bikaranîne jî ji min re ceza birîn. Ev tişta ku DEDAŞ dike keyfî ye. Ka ez dipirsim gelo DEDAŞ dikare tenê rojekî bê ceyran bîje?"