Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre 2021-09-25 14:50:01 ANKARA - Parêzer Abdûrrahman Karabûlût, diyar kir ku hevdîtinên li ser whatsappê yên kesên ku li Konyayê malbata Dedeoglû qetil kiribûn, di 18 ê Tebaxê de ji aliyê Muduriyeta Polîsan ve ji dozgeriyê re hatine şandin, l dozger van axaftinan nade wan û dosyayê ji wan vedişêre. Parêzerê malbata Dedeoglû ku di 30 ê Tirmehê de li navçeya Meramê ya Konyayê di encama êrîşeke nîjadperest de 7 kes hatibû qetilkirin, diyar kir ku axaftinên kesên di êrîşê de cih girtine yên li ser whatsappê ji aliyê Muduriyeta Polîsan a Bajêr ve hatine belgekirin û di 18 ê Tebaxê de ji dozgeriyê re hatiye şandin.    Parêzer Karabûlût, diyar kir rexmê ku li ser êrişê re 55 roj derbasbûne jî biryara Serdozgeriya Konyayê ya nepeniyê li ser dosyayê berdewam dike. Dîmenên qamerayan û axaftin û peyamên li ser whatsapê yên di dosyayê de cih digirin ji me tên veşartin. Parêzer bi bîrxist ku piştî êrîşa ku di 12 ê Gulanê de pêk hatibû  malbata êrîşkar  koma whatsapê avakiriye. Parêzer, astengiyên ku rast tê, ji ajansa me re parvekir.   ‘ME DU CARAN SERÎ LÊ DA’   Karabûlût, bi lêv kir ku ji berdanên nû re îtîraz kiriye û wiha got: “Ji van daxwazên wan re ne erênî ne neyînî tu bersiv nehatin. Me dît ku têkildarî daxwaza me ya parastinê tu kirarî nehatine kirin. Dema me dosyaya lepirsînê ya 12 Gulanê lêkolîn kir me dît ku tu kirarî nehatine kirin. Me dît ku ne serî li Walitiya Konyayê ne jî miduriyeta polîsan hatiye dayîn. Ji bo ku em vê teyît bikin me ji walitiyê pirsî ku serlêdaneke dozgeriyê heye an na. Walitiyê di bersiva xwe de diyar kir ku tu serlêdan nehatine kirin. Serî li Qeymeqamtiya Meramê jî nehatiye dayîn. Dozgeriyê bi tu awayî daxwazên me ji van deran re ne şandine. Ligel ku ne şandine jî parêzvan daye malbata êrişkar.”   ‘MAFÊ JIYANÊ HAT BINPÊKIRIN’   Karabûlût, destnîşan kir ku rayedaran serlêdana wan a piştî êrîşa ewil a ser malbata Dedeogûllari, berbiçav negirt û wiha got: “Berpirsyartiya dozgerê ku lêpirsîn bi rê ve dibir heye. Mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Me derbarê dozgeran de serî li Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) dabû. Niha em ê li hem Wezareta Dadê hem jî li Wezareta Karên Hundir dozê vekin. Berpirsyartiya Wezîrê Karên Hundir heye. Piştî 12’ê gulanê bûyer di medyayê de derket. Divê wezaretê ferman dabûya ku mijar were lêkolînkirin û malbat were parastin. Ev nekirin. Em ê ji ber vê dozê vekin.”   Karabûlût, diyar kir ku derbarê giliyê têkildarî peywirdarên cemaweriyê kirin jî tu geşedan nînin û wiha berdewam kir: “Me giliyê Miduriyeta Polîsan a Bajêr, Miduriyeta Polîsan a Meram, Qereqola Polîsan a Lalebahçe kir. Me giliyê Dadgerên Ceza yên Sûlhê û dozgerê lêpirsînê bi rê ve dibe kir.    EVRAQ NEŞANDINA DADGERIYÊ JÎ   Karabûlût, bi lêv kir ku dîmênên kamerayên li cihê bûyerê jî xwestine, lê hêj li wan venegerîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeydên îmajê nayên dayîn. Ligel ku ser dosyayê biryara nepen nîne jî dozgerî evraqan nade. Beriya hefteyekê me îtîrazî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kir. Dozger ji bo îtîraz were nirxandin, dosya ji Dadgeha Cezayê Sûlh re jî neşandiye.”   ‘EM JI HOLÊ RAKIRINA DELÎLAN DITIRSIN’   Karabûlût, da zanîn ku  dosya ji wan tê revandin, mafê xwe gihandina lêpirsînê te astengkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mafê me yê parastinê tê binpêkirin. Em ê di nava hefteya pêşiya me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Dosya ji me tê veşartin. Li gorî agahiyên me ji Miduriyeta Polîsan a Konyayê girtin temamê belgekirinên Whatsappê di 18’ê Tebaxê de şandine dozgeriyê.  Heke nava vê hefteyê jî hem hevdîtinên Whatsappê hem jî dîmenên kamerayê nedin ê mê kirariyên pewîst ên îdarî bidin dest pê kirin û daxuyaniyê bidin. Em di dosyaya lêpirsînê de ji holê rakirina delîlan ditirsin.”   MA / Berîvan Altan