Malbata Şenyaşar: Têkoşîna maf, hiqûq, edaletê mezin dibe 2021-09-25 11:10:22 RIHA - Malbata Şenyaşar, di peyama xwe ya îro parve kir de, wiha goty: “Ligel hemû astengiyan jî, têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê mezin dibe.”    Çalakya “Nobeta Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyarş ku di 9’ê Adarê de dest pê kiribûn, di roja 201’emîn de dewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber ku Edliyeya Rihayê di dawiya hefteyê de girtiye, îro li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir.   Malbatê li ser hesabên xwe yên medya dijîtal, wêneyên daxuyaniya 200 parêzerên li ser banga Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê beşdarî çalakiya 200 rojê ya malbatê bûn, parve kir û ev peyam da: “Ligel hemû astengiyan jî, têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê mezin dibe.”