ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-25 09:00:01   * Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Peymana Dolmabahçeyê bibîr CHP'ê xist û got: "Heger çareserî bê nîqaşkirin, divê ji vir bê domandin. Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibe."    * Dayikên ku salek e bi aqûbeta cenazeyên zarokên xwe nizanin gotin: "Çavê me li rêya cenazeyên zarokên me ne. Em cenazeyên zarokên xwe dixwazin."    * Ekolojîst Vahap Işikli, destnîşan kir ku li Şirnexê bêyî raporên ÇED'ê 22 herêm radestî şîrketên madenan hatine kirin. Işikli, anî ziman ku ev haziriya ji bo talankirina xwezayê ye û bi vê re tê xwestin ku herêm ji mirovan bê xalîkirin.    *  Parêzer Sercan Korkmaz, diyar kir ku biryara "binpêkirinê" ya AYM'ê ya derbarê girtina rojnameya Ozgur Gundemê de kêm e û ji ber ku daxwaza wan a ji bo tazmînatê hatiye redkirin dê dosyeyê ji DMME'yê re bişînin.    * Waniyan anî ziman ku ji ber bihabûna fiyetên ku hema bibêje her roj biha dibin êdî nikarin debara xwe bikin û gotin: "Her diçe xizanî kûrtir dibe. Pereyê di berîka we de her diçe dihele."    * Cihê mayinê bi dest xwendekarên zanîngehê nakeve, lê li Mêrdînê wargeha xwendekaran a ku ji bo esker û cerdevanan wekî cihê karantînayê hatiye terxankirin, nayê valakirin.    * Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bermal Can, anî ziman ku îqtidar li ber xetereya tiryakê ku di nav ciwanan de berbelav bûye, xwe li bêdengiyeke teşwîqkar datîne û bi kampanyaya "Em pêgirtîbûnê bişikînin, jiyana nû ava bikin" dixwazin xwe bigihînin hemû ciwanan.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 201'emîn de dewam dike.    * Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî, wê dibin serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan de, li Enqerê bê lidarxistin. (10.00)   * Înîsiyatîfa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, wê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kujer werin darizandin dê çalakiya xwe ya heftane ya 861'emîn bi onlînê li dar bixin. (12.00)   * Li Amed û Êlihê, xizmên windayan û şaxên ÎHD'ê wê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), piştî konferansa bi sernavê "Em bi civaka demokratîk re azadiyê birêxistin dikin" a li Bagcilarê, wê li Beyoglûyê Navenda xwe ya Giştî  veke. (13.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, ji bo ku "Winda bên dîtin, faîl bên darizandin" wê li ber Sumerbank a kevin daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, wê "Rûniştina F" a 496'emîn bi onlînê li der bixe. (13.30)   * Ji bo pirtûka "Destana Apê Mûsa" ya ku nivîskar Vejdîn Çîçek nivîsandiye, dê li Konak Piyaloglu Han bernameya îmzekirinê bê lidarxistin. (16.00)   * Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Şirnexê, di çarçoveya kampanya "Em Tiryakê Biterikînin, Jiyana Nû Ava Bikin" de, wê li Parka Ahmet Kaya ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê panelekê li dar bixe. (19.00)