Dadgehê giliyê Tosûn kir 2021-09-24 15:03:11   AMED - Dadgehê di doza Hîcran Berna Ayverdî ya ku li xwe mikûr hat û derbarê Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz de îfade daye de, biryar da ku derbarê Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn de gilî were kirin.    Li navçeyên wek Sûr û Cizîrê şer qewimîbûn. Hîcran Berna Ayverdî jî bi hêceta ku xizmeta anestezi kiriye ji sûcê “yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye” bi cezayê muebetê dihat darizandin. Ayverdî ji “yasaya poşmaniyê” sûdê wergirt û hat beraetkirin. Îfadeyên ku Ayverdî derbarê xebatkarên tenduristiyê de dide berdewam dikin. Ji ber îfadeyên wê, li Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli 9 sal cezayê hefsê hat birîn û Endamê Desteya Rûmeta Bilind ê Yekîtiya Tabîbên Tirk Şeyhmus Gokalp tê darizandin. Ayverdî vê carê jî derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de îfade da.    XWE BI XWE DIDEREWÎNE    Ji ber van îfadeyan derbarê Aydenîz de bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” doz hat vekirin û rûniştina dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de Ayverdî wek şahid hat guhdarkirin. Ayverdî îdia kir ku ew Salîha Aydenîz ji Nexweşxaneya Dewletê ya Dagkapi wek wezîfedara Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) nas dike. Ew nexweşxaneya ku Ayverdî dibêje “ez lê xebitî me”, nexweşxaneyek bi wî navî li Amedê nîne. Ayverdî di axaftina xwe ya bi nakokî de vê carê xwe derewand û got: “Ez li Nexweşxaneya Dewletê ya Dagkapi nexebitîme.”    TOSÛN SÛCDAR KIR   Ayverdî îdia kir ku Salîha Aydenîz di serdema şerê li Sûrê de kelûpelên tibê temînî Sûrê kiriye û ew kelûpel birine mala Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn ku mala wê li Sûrê ye û mala wê wek navenda tenduristiya hatiye xebitandin.    'DIBE KU RÛYÊ ŞAHID HATIBE GUHERTIN JÎ’    Aydenîz beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Erhan Urkut diyar kir ku ew ê li dijî beyanên Ayverdî parastina xwe bi nivîskî bide û ne mimkin e ku piştî 6-7 salan ew tişt werin bîra wê. Urkut got ew nizanin şahid heman kes e an na dibe ku nivîsê danîbûn ber û dixwîne çimkî rûyê wê xuya nake. Urkut diyar kir ku beyanên şahid di warê rêbazê de li dijî rêbaza dadgehê ye û ev tê wateya binpêkirina mafê darizandina adilane.   Dozger jî ji bo ku mutala xwe amade bike xwest ku tevahiya dosyeyê radestî wî were krin.    DÊ GILIYÊ TOSÛN WERE KIRIN    Şandeya dadgehê ji bo ku dozger mutalaya xwe amade bike divê dosye radestî dozgeriyê were kirin û biryara gilîkirina Remziye Tosûn ku tê gotin mala wê wek navenda tenduristiya rêxistinê hatiye bikaranîn da. Şandeyê danişînê taloqî 19’ê çileya 2022’yan kir.