Malbata Denîz Poyraz giliya kesên alîkarî dane kujerê keça wan kir 2021-09-24 14:12:51 ÎZMÎR - Malbata Denîz Poyraz, giliya kesên alîkarî dane kujer Orhan Gencer, kesên wî sor kirine, polis û kesên ku berpirsyariya wan a îhmal û kêmasiya îstixbaratê heye kir.    Denîz Poyraz, di 17'ê hezîranê de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ji aliyê kujer Orhan Gencer ve hat qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve tê meşandin de dayik û bavê Poyraz Fehîme Poyraz û Abdûllah Poyraz li Dadgeha Bayrakliyê îfade dan. Malbata Poyraz, giliya faîl, alîkarên faîl, kesên faîl sor kirine, polisên ku mudaxaleyî bûyerê nekirine û amîrên wan, kesên ku berpirsyariya wan a kêmasiya îstixbaratê û îhmalê heye kir.    DAYIK: GILÎ DIKIM   Dayik Fehîme Poyraz ku li dozgeriyê îfade da ev tişt got: "Bila edalet cihê xwe bibîne, ez giliya kujer û polisan dikim. Kujer bi hêsanî Denîz qetil kir. Ez giliya kesên wî bi rê ve dibin, polis û kujer dikim."   BAV: TILIYA TEVAB TÊDE HEYE   Bav Abdulîllah Poyraz jî êrişê vegot û ev tişt anîn ziman: "Kujer keça min qetil kir. Heta dawiyê gilî dikim û ez ê dev jê bernedim." Bav giliya hemû polisên li cihê bûyerê kir û ev tişt got: "Polisan dizanibû. Tiliya polisan jî têde heye. Kujer dem ku dadikeve jêr milê xwe li milê polis dixe û jê re dibêje, 'Kekê min navê te çi bû'. Ez giliya vî polisî dikim. Ki çi dibêje bila bibêje ez giliya polis dikim. Ji kuştinê agahiya polis jî agahiyê kesê polis bi rê ve dibe jî heye."   'EM NAXWAZIN XWÎN BIRIJÊ'   Poyraz, di berdewamê de ev tişt gotin: "Kurd, tirk, laz, çerkez, ermenî, cihû... kî dibe bila bibe HDP partiya herkesî ye, ne tenê ya kurdan e. Ji bo girtina partiyê vê lîstikê kirin. Li dijî aştiyê hat kirin. Em timik aştiyê dixwazin, em naxwazin xwîn bê rijandin. Divê herkes vê bizanibe wê aştî bê. Em naxwazin xwîn bê rijandin."