Dixwaze herî dawî gundê xwe bibîne 2021-09-24 10:04:46 AMED - Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ê bi sûcdariya kuştina Tuxgeneral Bahtiyar Aydin cezayê muebetê lêhat birin û rewşa tenduristiya wî giran bûye Selma Ozkan, diyar kir ku bavê wê berî bimire dixwaze cara dawî gundê xwe bibîne. Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, bi sûcdariya beşdarî sûîkasta li dijî Fermandarê Herêmê ya Cendirmeyan a Bajêr Tuxgeneral Bahtiyar Aydin ê di 22’yê Cotmeha 1993’yan de li navçeya Lîcê ya Amedê pêk hat bûye, 26 salin girtiye. Ozkan di sala 1996’an de, Mêrsînê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û ji ber îfadeyên du îtîrafkaran, bi sûcdariya kuştina Tuxgeneral Aydin hat darizandin û cezayê mubetê lê hat birîn. Her du îtîrafkaran, dûre îfadeyên xwe paşve kişandin û gotin Ozkan beşdarî suikasta Aydin ne bûye. Ligel vê yekê jî darizandina Ozkan dewam kir. Her çiqasî Ozkan got têkiliya wî bi bûyerê re nîne jî, cardin nekarî dengê xwe bide bihîstin.       NEXWEŞIYÊN OZKAN    Ozkan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiye, nexweşiyên wî yên weke guatr, rovî, dil, tansiyona bilind, qebzîtî, Alzheîmer, helîna hestî û hwd hene. Ozkan, di girtîgehê de heya niha 5 caran krîza dil derbas kiriye, 4 caran anjiyo bûye û stent li dilê wî hatiye xistin. Di qirika wî de, guatra ne baş heye. Ji ber temenê wî yê mezin nikare emeliyat bibe. Ligel hemû serlêdanên têkildarî berdan Ozkan, tu bersivek herênî nehat dayîn. Di girtîgehê de Ozkan nikare pêdiviyê xwe yên jiyanî û rojane bi cih bîne. Ji ber vê kurê wî Ahmet Ozkan ê diheman girtîgeh û heman qawîşê de dimînin, li bavê xwe Ozkan mêze dike.    'EW LI ME, EM LI WÎ MÊZE DIKIN’   Keça Ozkan Selma Ozkan rewşa bavê xwe vegot û bal kişand ser nexweşiyên wî. Selma Ozkan, diyar kir ku herî dawî di 17’ê Îlonê de çû hevdîtinê û wiha axivî: “Hevdîtina girtî hebû. Birayê min, bavê min li ser sendelya teker anî hevdîtinê. Lê bavê min êdî dengan nabihîse. Dengê me naçe wî. Ji ber ku dengê me naçiyê, bersiva me jî nade. Me dibîne, pirsa me dike, dûre tiştekê din dibêje. Ji ber ku dengê me naçiyê. Ew li me mêze dike, em li wî mêze dikin. Bi sendelya teker wî anîn salona dadgehê. Şendeya dagehê jê pirsan dike, lê ew ne dangan dibihise û ne jî tiştekê dibêje. Birayê min bi şev heya serê sibê li ber serê bavê min nobetê digire. Birayê min ji bêxewiyê nedikarî çavên xwe veke. Birayê min derman û xwarina bavê min didiyê. Serê wî û kincên wî dişo.”   Ozkan, anî ziman ku her ku diçe rewşa bavê wê girantir dibe û cîdiyeat rîska jiyana wî zêde dibe. Ozkan, da zanîn ku divê bavê wê li nexweşxanê dibin çavderiyê de bê girtin û tedawiya wî bê kirin.    WEZARETÊ ŞANDE ŞAND   Ozkan, bi bîr xist ku Wezareta Dadê berî mehekê, ji bo bavê wê şandeyek şand girtîgehê û ev agahî parve kirin: “Birayê min cardin bavê min bi sendeya teker derxist pêşberî şandeyê. Birayê min ji şandeyê re got, ‘Hûn halê wî dibînin. Ez 24 saetan bi wî re eleqeder dibim. Nikare xwe îfade bike. Cihê mirovek wiha ma girtîgehe? Ji ber ku girtiyek siyasiye hûn wî serbest bernadin.’ Di vê serdanê de jî, tu encam derneket holê.”   'DIXWAZIN BAVÊ MIN BIMIRE’   Ozkan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gelek girtiyên nexweş, kal û pîr ên mîna bavê min di girtîgehan de hene. Nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Tu kes vê zilmê qebûl nake. Lê tişta ku me fêm kir, dê wî bernedin. Ditirsin ku Doza Lîcê li ser wan bimîne. Di wan salan de bavê min îşkence kirin. Îfadeyên wan amadekiribûn, pê dan îmzekirin. Herî dawî polîsek derket û her tişt vegot. Derket holê ku bavê min bêsûce. Ez wê demê şahidê bavê xwe bûm. Bavê min li gund bû, ne li Lîcê bû. Min şahidiya bavê xwe kir. Lê tu feyde nekir. Ji bo ku ser vê dozê bigirin, dixwazin ku bavê min bimire.”   DIXWAZE HERÎ DAWÎ GUNDÊ XWE BIBÎNE   Selma Ozkan, diyar kir ku gava bavê wê hat girtn hîna 14 salî bû û wiha bilêv kir: “Min 26 salên xwe li ber deriyên girtîgehan derbas kirin. Ez ji ber rewşa bavê xwe, bi şev xew nakim. Ez bavê xwe pir dihizirim. Bavê  min pir ji me hez dikir. Di vê rewşê de jî, hewl dide heskirina xwe nîşanî me bide. Naha, dema ku têlefon lêdike, em ditirsin gelo bavê min ew bihîstiye. Niha, dema ku telefon û deriyê me lê dikeve, em ditirsin ku tiştek ji bavê min hatibe. Kêm jî be, gava dengê wî tê me em keyfxweş dibin. Tenê daxwazeke bavê min heye. Dema hafizeya wî hebû, digot, ‘Berî ku bimirim dixwazim biçim gundê xwe. Xwezî ez carek din biçûma gund. Xwezî min gundê xwe carek din li ber çavên xwe bidîta. Bila ez dûre bimiram.’ Em dixwazin vê daxwaza bavê xwe bi cih bînin. Em dixwazin wî bibin gund û bi çavên xwe gundê xwe bibîne. Êdî mirin were jî nexeme. Bila bi xêr were.”   Ozkan, ji hemû kesên ku haya wan ji rewşa bavê wê heye xwest ku tiştekî bikin û ev bang li raya giştî kir: “Em dixwazin di zûtirîn demê de derkeve da ku em daxwaza wî bi cih bînin. Bila ev hesret ne di dilê wî de û ne jî di dilê me de bimîne.”   MA / Ayşe Surme