Waniyan got: Divê CHP zelal be û rola Ocalan neyê jibîrkirin 2021-09-24 09:05:22 WAN - Waniyan daxuyaniyên Kiliçdaroglû yên têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd nirxandin û anîn ziman ku divê CHP ji gotinê wêdetir gavina bavêje. Welatiya ji bo qada çareserkirinê îşaret bi meclîsê kirin û destnîşan kirin ku divê rola Ocalan neyê jibîrkirin.    Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû, gotibû: "Em dikarin tevî HDP'ê pirsgirêka kurdî çareser bikin. Piştî vê daxuyaniyê pirsgirêka kurdî cardin bû cihê nîqaşê. Ji bo nîqaşê jî îşaet bi bi muxatab hat kirin. Me ev mijar ji waniyan pirsî.    BI PÎVAN NÊZ DIBIN   Reşat Şakî ku bi qiyas û pîvan nêzî daxuyaniya CHP'ê dibe, anî ziman ku CHP, AKP û MHP heya niha tim di demên hilbijartinê de projeyên xwe yên derbarê kurdan de danîne holê. Şakî, bilêv kir ku kurd ji dîrokê heya niha tim hatine eciqandin û zilm li wan hatiye kirin û got: "Ma biratiya wisa dibe? Bi ya min tiştên niha tên axaftin hemû galgaline ji bo siyasetê ne. Armanc jî ji bo di hilbijartinê de rayan bi dest bixin. Heya niha kîjan kurd siyaset kiribe û daketiba qadan ew girtine. Sûcê Selahattîn Demîrtaş, parlementeran û hevşaredaran çi bû? Tew ev ne bes, bi ser de jî qeyûman tayin dikin. Hemû welatiyên vî welatî divê wekhev bin. Kurd, laz, elewî, tirk divê xwedî heman mafan bin. Lê bi vê pergalê zor e."    DAXUYANÎ QÎM NAKE   Abdûrrahman Akşak jî diyar kir ku gotinên Kiliçdaroglû baş in, lê belê gotin tenê têr nake û got: "Gotina CHP'ê ya 'ez ê çareser bikim' qîm nake. Divê eşkere bikin bê ka dê çawa çareser bikin û dê ji bo kurdan çi bikin. Ev mesele, divê li meclîsê bê axaftin û li wir bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hevdîtinên ku bi Ocalan re jî bên kirin pir cuda ne. Jixwe gava çareseriya vê pirsgirêkê bigihê heya astekê, dê Ocalan têkeve dewrê."    'EZ BI VÎNA XWE RE ME'   Osman Agirtaş jî destnîşan kir ku ji daxuyaniyên CHP'ê pir ne êmin e û got: "Li gor min CHP, çenikekî ji AKP'ê çêtir e. Mirov baş dizanin dê ev pirsgirêk çawa bê çareserkirin. Ez bi xwe ez ê tim xwedî li raya xwe û vîna xwe derkevim."    ‘BÊYÎ OCALAN NAYÊ ÇARESERKIRIN'    Yaşar Metîn, destnîşan kir ku ji daxuyaniyên CHP'ê yeqîn nake û ji bo vê helwesta CHP'ê ya di dema avakirina Tirkiyeyê de bibîr xist. Metîn, bilêv kir ku CHP li ser vê kokê şîn bûye, lewma divê CHP ji bo gotinên xwe xwebaweriyekê bide der. Metîn got: "Niha jixwe AKP û MHP dixwazin kurd nemînin. Helwesta me ya ji bo CHP'ê jî, girêdayî gavavêtina wan e. Em ne li galgala kesan, em li emelê wan dinerin. Kurd, nadin ser rêyeke mifha wan tê de tune be. Bi ya min Kiliçdaroglû, ev tişt ji bo mifha xwe gotin. Erdogan jî berê digot 'ez ê pirsgirêka kurdî çareser bikim.' Lê niha dev ji çareserkirinê berde, bû cihê karesatan. Lewma em bi vê bawer in ku dê pirsgirêk tevî partiya me HDP'ê li meclîsê bê çareserkirin. Helbet pirsgirêk dê li meclîsê çareser bibe, lê bêyî Ocalan jî nayê çareserkirin. Ocalan, 40 sal in ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tevdigere. Lewma teqez divê ew jî di nav vê pêvajoyê de hebe. Divê meclîs jî û Ocalan jî di nav vê pêvajoyê de bin. Lê divê neyê jibîrkirin, gere kurd gavine tekûz bavêjin."    YEKÎTIYA KURDAN   Adem Arpûç jî dema îqtidara CHP'ê û helwesta wê ya ji bo pirsgirêka kurdî bibîr xist, diyar kir ku bi qiyas û pîvan nêzî vê daxuyaniyê dibe. Arpûç, diyar kir ku AKP'ya ku digot dê pirsgirêka kurdî çareser bike, niha êrişine dijwar dibe ser kurdan û got: "Di dema AKP'ê de gelek komeleyên kurdan, saziyên kurdî hatin girtin. Mesela niha nikarim li saziyên fermî xwe derdê xwe bi kurdî bilêv bikim. Gava AKP bû îqtidar got 'ez ê kurdan nas bikim' û kurd jî jê bawer kirin û raya xwe dan AKP'ê. Lê êdî kurd baweriya xwe bi van gotinan naynin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê kurd divê li hev kom bibin û polîtîkayên xwe eşkere bikin."    Mehmet Koç jî ji bo çareserkirinê îşaret bi yekîtiya gelan kir û got: "Bila êdî mirin, girtin û komkujî biqedin. Lê êdî baweriya me bi vî jî nayê. Çendî di warê çareserkirina pirsgirêka kurdî de daxuyanî bên dayîn jî, lê baweriya me ya di vî warî de nemaye. Çareserkirina pirsgirêka kurd di destê gelê kurd û tirk de ye. Divê ev pirsgirêk li meclîsê, bi awayekî aştiyane bê çareserkirin."    MA / Dîndar Karataş - Cemil Ûgûr