Derbarê redkarê wijdanî de 14 doz 2021-09-24 09:02:32 ARTVÎN - Şendogan Yazici ku piştî redda xwe ya wijdanî ragihand derbarê wî de 14 doz hatin vekirin û 20 hezar û 940 TL ceza lê hat birîn, destnîşan kir ku Tirkiye li gor PMME'yê tevnagere û qanûnê binpê dike.    Zext û zoriyên li ser kesên ku ji ber hincetên polîtîk û wijdanî çûna eskeriyê red dikin, didomin. Yek ji van kesan jî Şendogan Yaziciyê laz ê ji Artvînê ye. Yazici, di 26'ê Hezîrana 2010'an de li Stenbolê li ber Harbiye Ordûeviyê redda xwe ya wijdanî daxuyandibû. Yazici, ji roja ku redda xwe ya wijdanî eşkere kiriye heya niha derbarê wî de 14 doz hatine vekirin û 20 hezar û 940 TL jî cezayê pere yê îdarî lê hatiye birîn.    TERORA DEWLETÊ   Yazici, diyar kir ku têgihana "dewlet we diparêze, pêdiviyên we yên perwerdehî û tenduristiyê peyde dike" li mirovan tê empozekirin, lê belê di asasê xwe de ev ne rast e û xapandin e. Yazici ku dewletan "rêxistinên terorê yên herî xwîndar ên cîhanê" pênase kir, anî ziman ku hemû candar bandorê ji vê "terorê" digirin. Yazici got: "Daristanî heywan, mirov... Hin hêzên ku dem bi dem çoyê dewletê bi dest dixinî pêdivî wan bi dijminan çêdibe. Ev bi pranî kurd, elewî an jî kesên LGBTÎ ne. Dewlet vî çoyî li hemberî wan bi kar tîne. Heger ev hêz îro li hemberî kurdan bê emilandin, sibê dê li hemberî gundiyên li ber HES'an radibin jî bê bikaranîn. Rojeke din dê li hemberî xwendekaran. Ez jî ji bo ku bi tu awayî nebim perçeyek vê hêzê, min xwest helwesta xwe deynim."    ZEXT Û ÎTAET   Yazici, bilêv kir ku piştî ku biryara xwe ya redda wijdanî eşkere ye kiriye cezayên pereyî lê hatine birîn. Yazici, anî ziman ku Tirkiye li gor Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) tevnagere û ya dike dijî qanûnê ye û ev dijqanûnê bandoreke neyînî li wan dike. Yazici got: "Qethiyen em ê dev ji biryara xwe bernedin. Ev ji bo me awayekî jiyanê ye. Min biryara 'ez mirinê û kuştinê dikim' girt. Li eskeriyê adeta îtaetê ya dewletê li ciwanên 20 salî tê ferzkirin."    POLTÎKAYÊN ŞER   Yazici, destnîşan kir ku dewlet bi polîtîkayên şer li ser pêyan disekine û got: "Dewlet bi artêşa xwe ya rêxistineke terorî ya qanûnî, hin komkujî kirin û wê yekê bi hêzên paramîlîter ên hêzeke vê artêşê ne kirin. Şer ji duh heya niha wekî gerdîşekê didome. Pergaleke dewletê ya ku bê şer nikare bisekine heye."    MA / Tolga Guney