Meydana Galatasarayê dîsa dorpêç kirin 2021-09-24 08:50:01 STENBOL - Li Meydana Galatasarayê çend roj berê polîsan dorpêç ango bariyerên xwe rakiribûn. Îro carek din Meydan ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin .   Dayikên Şemiyê li Meydana Galatasaraya Taksîma Stenbolê her rojên şemiyê li aqûbeta windayan dipirsîn û daxwaz dikirin ku kujer werin darizandin. Di hefteya 700’î de roja 25’ê tebaxa 2018’an Dayikên Şemiyê xwestin li Meydanê kom bibin. Polîsan êrişî dayikan kiribû û gelek dayik binçav kiribûn. Ji wê rojê ve polîsan Meydana Galatasarayê bi bariyeran dorpêç kiribû. Dorpêçkirin piştî 160 hefteyan roja 21’ê îlonê hatibû rakirin.    Lê belê polîsan nîvê şevê carek din bariyerên xwe anî meydanê û dorpêç kirin. Mîdîbusên zirxî anîn Meydanê û polîs hatin bicihkirin.