Kolberên di êrişa helîkopterê de hatin kuştin, spartin axê 2021-09-23 16:55:27 COLEMÊRG - Cenazeyên 2 kolberêm di êrişa helîkopterê ya Tirkiyê de hatin kuştin û duh derbasî Îranê hatin kirin, spartin axê.   Di sêgoşeya mezraya Deraw a gundê Xaşkan ê navçeya Elbaka Wanê, gundê Bilindbasan ê navçeya Gevera Colemêrgê û gundê Kuranî yê bajarê Ûrmiye yê Kurdistana Rojhilat de di encama êrişa helîkopterê ya Tirkiyeyê ya di 20’ê Îlonê de kolber Sozdar Ehmed (19) û Elîşan Ehmed (16) jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê du kolberan ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Colemêrgê û 9 kolberên jî ji aliyê eskeran ve hatin binçavkirin.    Malbatên kolberên hatin kuştin Sozdar Ehmed û Elîşan Ehmedî duh hatin Saziya Tipa Edlî ya Colemêrgê û piştî otopsiyê cenazeyên zarokên xwe teslîm girtin.    Cenazeyên kolberên hatin kuştin, di saetên serê sibê de, piştî wacîbeyên olî li gundê Kûranî ya girêdayî bajarê Ûrmiye ya Îranê hatin definkirin.    KOLBER TESLÎMÎ ÎRANÊ KIRIN   Li aliyê din kolberên bi navê Mikaîl Hatemî, Ferzad Hatemî, Diyar Hatemî, Axîn Hatêmî, Guldanî Hatemî, Zêro Hatemî, Kinyas Hatemî, Axacan Hatemî û Behzat Hatemî yên ji aliyên eskerên Tirk ve hatibûn binçavkirin jî teslîmî pasdarên Îranê hatin kirin.    Malbatan, diyar kirin ku îşkence bi zarokên wan hatine kirin.