Ji ber nebûna wergerê kurdî danişîna Aslan û Muçel taloq bû 2021-09-23 12:54:13   ENQERE - Danişîna doza ku ji ber tevlîbûna çalakiyên greva birçîbûnê bûne li Fatma Aslan û Nevroz Muçel hatibû vekirin ji ber tunebûna wergerê kurdî taloq bû.    Fatma Aslan û Nevroz Muçel ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ne, bi hinceta ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya di 27'ê mijdara 2020'an de dest pê kiribû û di 12'ê îlonê de bi dawî bû bûne, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" derbarê wan de doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna doza wan li 18'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin. Parêzerên Aslan û Muçel li danişînê amade bûn.    Aslan û Mucel xwestin parastina xwe bi kurdî bikin û ji ber ku wergerê kurdî tunebû danişîn taloqî 2'ê kanûnê hat kirin û biryar hat dayîn ku di danişîna bê de werger bên amadekirin.