Temenekî di rêça têkoşînê de: Mehmet Saît Uçlu 2021-09-23 09:19:17 RIHA - Mehmet Saît Uçlu ku 20 salên temenê xwe di girtîgehê de derbas kir, bi têkoşîna xwe navê xwe li nav rûpelên dîrokê nivîsî. Xwişka wî Îmîhan Ateş ku odeyeke mala xwe bi eşyayên wî veguherandiye muzeyê got: "Heya berhêmên wî bên xwendin dê bijî."  Şoreşger, nivîskar, helbestvan û dîrokzan Mehmet Saît Uçlu, ji 65 salên temenê xwe 45 sal jê di rêya têkoşîna azadiyê ya kurd de derbas kir. Uçlu ku di sala 1956'an de li gundê Mişmişî yê navçeya Cirnê Reş a Rihayê hatiye dinê, li Dibistana Leylî ya Kaniya Xezalan dest bi perwerdehiyê kir. Dibistana navîn li Cirnê Reş temam kir û li Lîseya Bazirganiyê ya Dîlokê xwend û li vir tevgera azadiyê ya kurd nas kir. Di sala 1977'an de gava xwendekarê pola 4'an a Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Egeyê bû, tevî komek hevalê xwe berê xwe da çiyê û di sala 1981'ê de li Sêwregê di pevçûnekê de birîndar bû û hat zevtkirin.    Uçlu, piştî derbeya eskerî ya 1980'yî 20 salan bênavber di girtîgehê de ma. Uçlu, di gotar û pirtûkên xwe de tiştên hatine serê wî û jiyane nivîsîn. Pirtûkên ku Uçlu nivîsîne ev in: "Göbekli Tepe Uygarlığı", "Hakikat ve Özgürlük", ‘Herakles, Dionysos ve Emek’, ‘Sara’nın Düşleri’, ‘Sarı Hüzün’, ‘Diyarbakır İmbikten Geçmiş Sevdadır’, ‘Şafakta Büyüyor Ülke’ û ‘Tarihe Demokratik ve Ekolojik Yaklaşım’.    Uçlu di Adara 2001'ê de ji girtîgehê derket. Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got, "divê romana têkoşîna kurd bê nivîsîn" wî jî di vî warî de dest bi xebatên wêjeyî kir û romana "Amara" ku romana ewil a zincîreromana "Guneş Ulkesinde Dîrîlîş"ê ye û romana pêncemîn a vê zincîreromanê "Ozgurluk Arayişi" nivîsîn.    Uçlu, dixwest berxwedana dîrokî ya li Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê jî binivîse, lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber nexweşîna lê peyda bûbû, di 29'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da.      ‘MIN LI SER PIŞTA XWE DIGERAND'    Xwişka wî Îmîhan Ateş a 60 salî ku li Rihayê dijî, ji bo bîranên kekê wê neyên jibîrkirin odeyeke xwe kiriye muze û tê de pirtûkên wî, kincên wî, pêlavên wî, tizbî, wêne û gelek eşyayên wî yên din bi cih kriine.   Ateş, diyar kir ku navbera wê û birayê wê pir baş bûye û got: "Ev pêwendiya min a pê re hê ji zarokatiyê de hebû. Ji ber ku dibstana seretayî li dibistana leylî xwendibû, di zarokatiyê de em pir li cem hev neman. Di dema betlaneyê de em li cem hev diman. Gava me bar kir em çûn Cirnê Reş, em her du jî çûn heman dibistanê. Kuçeyên Cirnê Reş herî bûn, dibistan jî dûrî mala me bû. Ji ber ku min pir nikaribû bimeşe, min li pişta xwe dikir. Tim xwedî li min derdiket. Dizanibû ez çi hez dikim, tim dixwest ji min re bikire. Ji bo lîseyyê çû Dîlokê, paşê li Îzmîrê zanîngeh xwend. Di betlaneyan de dihat malê. Pir dixwend. Carinan gava diwestya pirtûkê dida min û bi min dida xwendin. Min jî bi deng dixwend û wî jî guhdar dikir. Li nav malê kesî gotinek nexweş jê re nedigot. Di hemû azmûnan de serketî bû. Mirovekî mukemel bû."    ‘BI BIRÎNDARÎ 45 ROJAN DI LÊPIRSÎNÊ DE MA'    Ateş, bilêv kir ku birayê wê piştî li Sêwregê di pevçûnekê de bi birîndarî hatiye zevtkirin bi wê birîndariya xwe 45 rojan di lêpirsînê de maye û hatiye îşkencekirin û got: "Piştî 12'ê Îlonê ji malbata me em 3 kes hatin girtin. Ez, birayê min Mehmet Salih û Xoce (Mehmet Saît Uçlu) em di girtîgehê de bûn. Piştî Xoce hat girtin bi 40 rojî ez jî hatim girtin. Malbata me, ne malbateke pir mezin bû. Em 4 keç û 2 bira bûn. Du kekên min hebûn û ez bi wan re hatim girtin. Li Cirnê Reş malbatên welatperwer hatin koçberkirin, tenê du malbat mabûn. Bavê min ji bo koç neke, li ber xwe da. Cerdevantî lê ferz kirin, lê digot 'Ez bimirim jî ez ji vir naçim.' Xizmên me, xwe nêzî me nedikirin. Bavê min mirovekî extiyar bû, ya dihat serdana me xwişka min Husniye bû, 16 salî bû. Xiwşka min bi heqê xwe kevir berhev dikirin û bi wî pereyî dihat girtîgehê cem me."    Ateş, anî ziman ku piştî Derbeya Eskerî ya 12'ê Îlonê li Cirnê Reş tevî nêzî 500 kesî hatine girtin û got: "Gava ez di girtîgehê de bûm, di cejnekê de gotin 'xizmên kê di heman girtîgehê de bin dê karibin hev du bibînin.' Ê min du kekên in di girtîgehê de bûn. Min jî birayê xwe yê mezin Mehmet Salih tercîh kir. Me birin korîdorê, nêzî 2 saet di ser re derbas bûbûn, lê çendî birayê min li cem min bû jî, min ew nas nekir. Hingî îşkence lê hatibû kirin. Diranên wî nemabûn. Xurt bû, lê lepek mabû. Ez jî hatim îşkencekirin, lê ne bi qasî wî. Ew li dora min digeriya, paşê min wî ji çavên wî yên şîn nas kirin. Piştî çend rojan me koma Cirnê Reş birin dadgehê. Wê çaxê li hêwana dadgehê min tenê dixwest Xoce bibînim. Qedexe bû ku mirov li derdora xwe binêre. Ê ku li dora bineriyana, gava ji hêwana dadgehê derketana dihat copkirin. Lê min xistibû serê xwe û min go gere Xoce bibînim. Li hêlekê esker, li hêla din parêzer û komeke 500 kesî. Herî dawî Xoce anîn. Ji ber ku seqet bû, wî li cem parêzeran dan rûniştandin. Gava min gopal dît, min hîs kir ku ew e û min li wê hêlê mêze kir. Heta dadgeh qediya bi saetan min li wir mêze kir. Min wisa bi saetan lê mêze kir. Piştî demeke kurt ez hatim berdan. Cardin heqek dan min ku ez xizmekî xwe bibînim. Vê carê min Xoce tercîh kir. Xoce gava hatibû girtin, seqet bû. Bi gopal digeriya. Tenê hiştin em deqeyekê hev du bibînin. Hê me negot 'tu çawa yî' li pîspîskê xistin û hevdîtin qediya. Ez 23 mehan, Mehmet Salih jî 24 mehan di girtîgeha de ma."    ‘SALEK BÛ 5 SAL'    Ateş, anî ziman ku Uçlu piştî 20 salan bênavber di girtîgehê de maye, di Adara 2001'ê de hatiye berdan û piştî ji girtîgehê derketiye dewletê xwestiye wî bibe eskeriyê, lê belê ji ber ku niqê wî seqet bû neçûye eskeriyê.    Ateş, diyar kir ku piştî Uçlu hatiye berdan li gelek bajaran geriyaye û got: "Demekê li cem me ma û paşê çûn hin deran. Kincên wî li cem me bû, lê rojekê li Amedê, rojekê li Stenbolê bû. Tim li derveyî bajêr bû. Ev tam 15 salan wisa dewam kir. Radihişt çenteyê xwe û diçû. Herî dawî 5 sal berê gava ji malê çû, got 'ez ji bo hevpeyvînekê diçim, dê salekê dewam neke, ez ê vegerim.' Salek bû 5 sal, lê venegeriya. Berî nexweş bikeve bi mehekê me bi telefonê bi hev re xeberda. Pismamê min ji ber nexweşînê jiyana xwe ji dest dabû, ji min re qala wî kir. Mehek bi şûn de, ez pê hesiyam wî jî ji ber nexweşînê jiyana xwe ji dest daye. Gava xebera mirina wî hat, min bawer nekir, min nexwest bawer bikim. 6 mehan bihêvî bûm, min digot dê were heta ku min di nûçeyan de nedît, min bawer nekir."    NÊZÎKATIYA WÎ YA JI BO XWEZAYÊ    Ateş, anî ziman ku piştî xebera mirin wî bihîstine, wê çaxê fikira ku ji bo "Xoce" muzeyeke biçûk çêbike lê peyda bûye û got: "Wê kêliyê min biryar da û min hemû amûrên ku destên wî pê bûne, bêhna wî ji wan tê li odeyekê berhev kirin. Min amûrên wî yên taybet yeko yeko berhev kirin. Çendî xwişkên min gotin 'dilê me deyax nake ku em van eşyayan bibînin' jî, lê min hemû berhev kirin. Pir ji wênegirtinê hez dikir. Bi sedan wêneyê wî hebûn."    Ateş, diyar kir ku Uçlu wateyeke cuda li xwezayê bar dikir û got: "Ji ber Xoca 20 salan di girtîgehê de mabû, pir ji xwezayê hez dikir. Gava diçû nav erdekî, gelek nebatên cuda berhev dikir. Pir ji çiya, kevir, dar, kulîlkan hez dikir. Gava em diçûn gund, kêliyekê jî li malê nedisekinî. Diçû digeriyya û gelek nebatên cuda û kevir berhev dikirin. Wateyeke cuda li xwezayê bar dikir. Ji bo wî her kulîlkek xwedî wateyek bû û teqez bi navê wan dizanibû. Lênûskek wî heye, di nava her rûpelekê de çîçek heye. Pir xweş xwarin çêdikir. Gava dihat cem me, diçû metbaxê û xwarin ji me re çêdikir."    ‘HEYA BERHEMÊN WÎ BÊN XWENDIN DÊ BIJÎ'    Atşe, destnîşan kir ku jiyana Uçlu "bi têkoşînê derbas bûye" û di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Kesekî pir têkoşer bû. Kar û barê wî tim pirtûkên wî bûn. Dixwend û dinivîsand. Li gel wî umrê xwe jî dev ji pirtûkan bernedida. Jiyana xwe fidayî têkoşînê kir û tim ji bo gelê xwe xebitî. Tu carî dudilî nebû. Kekê min mirovekî pir durist bû. Ji bo em li ber nekevin, behsa pirsgirêkên xwe nedikir. Dilê kesî nedihişt. Tim rûken bû û çi derdê wî hebûna jî, kesî wî bi awayekî xemgîn nedidît. Bi rêzgirî nêzî hemû mirovan dibû. Tenê ne kekê min bû, mamosteyê min ê jiyanê bû. Ez li cem wî adis nedibûm. Min çi bipirsiya dibersivand û ez rihet dikirim. Bi peyvekê dersa ehlaqê dida mirovan. Mamosteyekî rasteqîn bû. Ê her kesî kekên wan hene, lê kekê min ji bavê min wêdetir bû. Çi tiştên aydê wî hebin, ez ê xwedî li wan û bîranînê wî derkevim û dê di dilê min de bijî. Ji bo neyê jibîrkirin, ji destê min çi bê ez ê bikim. 45 salên xwe fidayî têkoşînê kir û tim tah dît, nivîvî. Kesekî pir fedekar bû. Kengî bê jibîrkirin dê wê çaxê bimire. Heya berhemên wî bên xwendin dê bijî."    MA / Emrûllah Acar