Ji ber hişkesaliyê asta ava Gola Wanê 3 metre kêm bûye 2021-09-23 09:18:31 WAN - Hat tespîtkirin ku ji ber hişkesaliyê Gola Wanê bi qasî 1-2 kîlometreyan vekişiyaye û asta avê jî 3 metre kêm bûye. Serokê ÇEV-DER'ê Alî Kalçik, anî ziman ku tu wextê wekî niha gol ev qasî venekişiyabû.  Hat tespîtkirin ku ji ber hişkesaliyê hin deverên Gola Wanê bi qasî 1-2 kîlometreyan vekişiyaye û asta avê 3 metre kêm bûye. Li gor tespîtên Fakulteya Berên Avî ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, vekişîna vê dawiyê vekişîna herî mezin e. Serokê Komeleya Hawirdor Parastin Berhemên Dîrokî (ÇEV-DER) a Şaxa Wanê Alî Kalçik, anî ziman ku tu wextê wekî niha gol ev qasî venekişiyabû.    KANIYÊN AVÊ ZIWA DIBIN   Kalçik, diyar kir ku neîmzekirina Peymana Avhewayê yya Parîsê karesatan mezintir dike û golên mezin vedikişin û golên biçûk jî ziwa dibin. Kalçik got: "Bi taybetî di 2021'ê de karesatên mezin hatin serê me. Şewitandina daristanan, lehî û li herêma me heişkesalî. Li Wanê kanî hemû li ber ziwabûnê neç Tenê ne gol, bendav jî êdî bi temamî ziwa bûne. Kêmbûna asta ava Gola Wanê, nîşan dide ku bi milyaran metrekup av kêm bûye. Ev karesateke cidî ye. Polîtîkayên avê divê rast bên bikaranîn."    ZÎLAN   Kalçik, bibîr xist ku kêmbûna asta avê û vekişîna wê zirarê dide bûnewerên behrê û bal kişand ser mirina masiyên li Çemê Zîlanê ya ji ber HES'an. Kalçik got: "Di nav avê de bi sedan candar hene. Li devereke candarên avî tune be, li wir jiyan tune ye. Çemê Zîlanê ji bo me hem di warê dîrokî de hem jî di warê avê de cihekî pir girîng e. Li herêmê 3 HES hatine çêkirin û HES berê avê diguherînin û bi vî awayî zirarê didin jiyana candaran. Ji xeynî vê bi siyanurê lêgerîna zêran tê kirin. Wekî Çemê Zîlanê heger siyanur tevli Gola Wanê jî bibe, dê ji bo candaran bibe qiyamet. Ev di heman demê de mirina golê ye jî. Lewma divê dev ji feraseta kapîtalîst bê berdan û divê ji bo mirov û candaran ekosîstemek çêbibe."    GOL TUNE BE WAN JÎ TUNE YE   Kalçik, bal kişand ser Qanûna Parastina Gola Wanê jî û diyar kir ku qeraxên golê ji aliyê kargehan ve hatine dagirkirin û bermayiyên malê û pîşesaziyê rasterast tevli golê dibin. Kalçik got: "Bi salan e hemû saziyên civaka sivîl û hemû pêkhateyên wê, dixwazin Qanûna Parastina Gola Wanê bê çêkirin. Ava diherike golê qismek jê tê dawerivandin, lê qisma din jî tevî bermayiyan tevli golê dibe. Demildest divê Qanûna Parastina Gola Wanê bê çêkirin. Divê dagirkeriya li qeraxên golê ji holê bê rakirin û ji bo parastina glê çi hewce be divê bê kirin. Ji lew re gol tune be, bi navê Wanê dê bajarek jî tune be. Divê em li ber vê karesatê bêdeng nemînin."    MA / Bariş Donmez