ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2021'AN 2021-09-23 09:00:42 * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku di pirsgirêka kurd de CHP nikare muxatab diyar bike û got: “Gelê kurd muxatabê xwe diyar kiriye. Birêz Abdullah Ocalan e. Cihê çareseriyê jî Parlamento ye.”  * Piştî ku DMME'yê têkildarî mirina Mûrat Yilmaz û birîndarkirina Bişar Ayhanê ku li Elbakê ji aliyê eskerên qereqola sînor ve hatibûn kuştin de Tirkiyeyê mehkûm kir, ji bo eskerên ku berê beraet kiribûn cardin bên darizandin giliyê wan hat kirin.    * Hat tespîtkirin ku ji ber hişkesaliyê Gola Wanê bi qasî 1-2 kîlometreyan vekişiyaye û asta avê jî 3 metre kêm bûye. Serokê ÇEV-DER'ê Alî Kalçik, anî ziman ku tu wextê wekî niha gol ev qasî venekişiyabû.    * Mehmet Saît Uçlu ku 20 salên temenê xwe di girtîgehê de derbas kir, bi têkoşîna xwe navê xwe li nav rûpelên dîrokê nivîsî. Xwişka wî Îmîhan Ateş ku odeyeke mala xwe bi eşyayên wî veguherandiye muzeyê got: "Heya berhêmên wî bên xwendin dê bijî."    * Meclîsa Giştî ya Bajêr a Mûşê ku ji bo qereqolê ersa stend, karbidestiya xerckirina tahsîsata ji bo Pîrozbahiyên Serketina Milazgirê ya 1071'ê hatiye veqetandin jî da Walî Îlker Gunduzoz.    *Yek ji bajarên ku xwendekarên zanîngehê di warê vehewînê de zehmetiyê dikişînin jî Dersim e. Xwendekar Melek Sevînç ku wekî mêvan li wargeha xwendekaran dima, ji wargehê hat derxistin. Sevînç niha li cem malbatekê dimîne.   * Li navçeya Qoserê, rêya 4 gundan ku 4 sal in nayê çêkirin derket holê ku di qeydan de weke "asfaltkirî" derbas dibe. Li ser pirskirina gundiyan a ji şaredariyê e rewş derket holê.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a ku 199 roj in li ber Edliyeya Rihayê didome wê were şopandin.    * Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), wê derbarê lêpirsînên ewlekariyê de, li ber Dekana Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)    * Yekemîn danişîna Suheyla Taş a di Girtîgeha Sîncanê de, ji ber ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû û derbarê wê de doz hat vekirin, wê li 18'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. (10.00)   * Rûniştina 4'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê di roja 3'yemîn de dewam bike. (10.00-17.00)