Kesê ku DEDAŞ'ê ceza lê birî mala xwe şewitand 2021-09-22 23:01:13     ŞIRNEX- Li Şirnexê DEDAŞ'ê 24 hezar TL ceza li Suphî Varol brî. Varol jî ji bo şermezarkirina vî cezayî agir bi mala xwe xist.    Li Taxa Baxçelîevler a Şirnexê Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), bi hinceta ceryana qaçax 24 hezar TL ceza li welatiyê bi navê Suphî Varol birî. Bavê 5 zarokan Varol jî ji bo şermezarkirina vî cezayî mala xwe da ber agirç   Cîranên Varol agir tefandin. Lê hat ragihandin ku ji ber şewatê ziyaneke mezin çêbûye.