Li Feraşînê di lêgerîna neftê de kevir bi ser konê welatiyan de gêr bû 2021-09-22 15:24:31   ŞIRNEX - Li zozanên Feraşînê di lêgerîna xebata neftê de kevirek mezin bi ser konên welatiyan de gêr bû û kesek birîndar bû.    Li herêma Gova Berwariyê ya Zozanên Feraşînê ya bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve di encama xebatên lêgerîna neftê de, kevirekî mezin bi ser konên welatiyan de gêr  bû. Di encamê de piyên welatiyê bi navê Şehmus Yacan ku di kon de bû, di bin kevir de man. Yacan, bi alîkariya welatiyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Hat diyarkirin ku xizmên Yacan ew bi derfetên xwe birine nexweşxaneyeke taybet a Êlihê û rewşa wî baş e.    Di dîmena ji cihê bûyerê hatiye kişandin de welatiyek wiha dibêje: "Niha ev kon perçiqandin û Şehmûs Yacan di bin de maye. Xebatên lêgerîna neftê didomin. Cihekî ku tu bergiriyên ewlehiyê nehatine girtin niha xebat didomin. Ji vî girî ber gilorbû bi ser konê Yacan de hat. Bi awayekî birîndar rakirin nexweşxaneya Elkê. Ev kesên li vê derê jî xebatên xwe didomînin."