Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras hat berdan 2021-09-22 14:26:49   AMED - Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras, di yekemîn danişîna doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ya derbarê wê hatibû vekirin de, serbest hat berdan.    Yekemîn danişîna doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ya derbarê endama Akademiya Jinê Fîgen Aras de hatibû vekirin, hat dîtin. Fîgen Aras di çarçoveya lêpirsîneke derbarê saziyên jinan ên Amedê de hat birêvebirin, di 5’ê Nîsanê de hatibû binçavkirin û di 8’ê Nîsanê de hatibû girtin. Yekemîn danişîna Aras li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.    Aras, ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerê Aras Ruşen Seydaoglû, di salona danişînê de amade bû. Aras, di parastina xwe de, diyar kir ku ew ne aktîvîsta TJA’yê û endama Komeleya Jinan a Rosa ye. Aras, da zanîn ku lêkolînên wê yên li ser newekheviya zayendî ya civakê û newekheviya jin û zilam hene û li ser vê mijarê panel li dar xistine.    Aras, îfadeyên şahidê nepen ên derbarê wê de dayîn jî qebul nekir û got, ew beşdarî civîna namzetên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûye û ew mafê wê heye ku namzetên partiya ku dengê xwe didiyê nas bike.   BIRYARA BERDANÊ   Şandeya dadgehê, piştî navberê derbarê Aras de biryara şertê kontrola edlî ya derveyî welat da û serbest ber da.    Dadgehê danişîna Aras taloqî 26'ê Çileya 2022'yan kir.