TUHAY-DER’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da 2021-09-22 13:51:47   MÊRSÎN - TUHAY-DER’a Çûkûrovayê serdegirtina polîsan a bi ser avahiya wan de şermezar kir û diyar kir ku operasyon nikarin wan têk bibin berovajiyê wê, wê wan bi hêztir bike.    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Çûkûrovayê têkildarî serdegirtina polîsan a duh ya bi ser komeleya wan, di avahiya komeleyê de civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyên Mêrsînê û endamên komeleyê beşdarî civînê bûn. Di civînê de rêveberê komeleyê Selîm Ekîcî axivî.    Ekîcî, diyar kir ku bêyî ku wan agahdar bikin deriyê komeleyê hatiye şikandin. Ekîcî, bi lêv kir ku serdegirtina komeleya wan bê hiqûqî ye û wiha got: “Dest danîn ser gelek evraqên ku di avahiyê de bûn. Saziya me ji bêûsûluya di evraqa de pêk were ne berpirsyar e.    KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN DIVÊ WERIN BERDAN   Ekicî, destnîşan kir ku serdegirtina saziyên welatparêz bi armanca têkbirinê ye û da zanîn ku operasyon nikarin wan têk bibin berovajiyê wê, wê wan bi hêztir bike. Ekîcî bi bîr xist ku bi ser saziya wan a Edeneyê de jî hatiye girtin, gelek endamên wan hatine binçavkirin û xwest ku kesên hatine binçavkirin demildest werin berdan.    BANGA YEKITIYÊ    Ekîcî banga yekitiyê li gel kir û wiha axivî: “Em ê tu car dest ji têkoşîna hiqûq, edalet û demokrasiyê paş ve gavê neavêjin. Yên wisa difikirin wê di bêhiqûqiya xwe de bifetisin. Bijî tekoşîna me ya hiqûq, demokrasi û piştevaniyê.”   8 KES DI BINÇAVAN DE NE   Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi “endamtiya rêxistinê” daye destpêkirin de di serdegirtinên Edene, Mêrsîn û Sêrtê de rêveberên TUHAY-DER’a Edeneyê Zakîr Akalin û Sînan Baldûz, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Çûkûrovayê Yaşar Demîr û Huseyîn Ozdemîr, Zekiye Ozdemîr û Cîgirê Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Akdenîzê Ûrfî Aksû û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatibûn binçavkirin.