Malbata Şenyaşar ji bo roja înê bangî baroyan kir 2021-09-22 11:39:42   URFA - Malbata Şenyaşar di roja 198'emîn a Nobeta Edaletê de bang li baroyên Stenbol, Îzmîr û Enqereyê kir û got: “Em ê roja înê bi parêzvaniyê ji vê bêedaletiyê re bêjin bes e.”    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê adarê ve daye destpêkirin, ket roja 198’an. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar vê sibehê dîsa ji navçeya Pirsûsê siwar bûn û hatin ber Edliyeyê û li kuncê xwe yê edaletê daxwaz dikin rûniştin û dest bi nobetê kirin. Malbatê ji bo çalakiya wan ku wê di 24’ê îlonê de roja înê bikeve roja 200’emîn parêzer û welatiyên diçûn edliyê û derdiketin agahdar kirin.    MALBATÊ BANGÎ BAROYAN KIR    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal baroyên Stenbol, Îzmîr û Enqereyê etîket kirin û vê peyamê parve kir: “Dayikek 6 meh in li ber deriyê edliyê, ji bo hevjîn û zarokên wê ku li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, edaletê dixwaze. Dinyayê qîrîn û banga wê bihîst Em ê roja înê bi parêzvaniyê ji vê bêedaletiyê re bêjin bes e.”