Dorpêça li ser Meydana Galatasarayê hat rakirin 2021-09-22 11:30:47   STENBOL - Dorpêça li Qada Galatasarayê ku ji bo Dayikên Şemiyê hatibû dayîn, piştî 160 hefteyan hat rakirin.   Dayikên Şemiyê li Meydana Galatasaraya Taksîma Stenbolê her rojên şemiyê li aqûbeta windayan dipirsîn û daxwaz dikirin ku kujer werin darizandin. Di hefteya 700’î de roja 25’ê tebaxa 2018’an Dayikên Şemiyê xwestin li Meydanê kom bibin. Polîsan êrişî dayikan kiribû û gelek dayik binçav kiribûn. Ji wê rojê ve polîsan Meydana Galatasarayê bi bariyeran dorpêç kirib û.    Li Meydanê 160 hefte bûn li Dayikên Şemiyê hatibû qedexekirin. Dorpêça li qadê duh bi şev hat rakirin. Polîsan bariyerên xwe yê li qadê rakirin.    AZADIYA MEYDANÊ    Seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî hat meydana ku dorpêç lê rabûye û anî ziman ku ji hefteya 700’î ve her hefte meydan li wan hatibû qedexekirin û ji bo ev rewş bi dawî bibe serî li raayedarên darazê dabûn. Yolerî diyar kir ku ev biryar ji bo wan pirsgirêkek cidî bû û mafê wan ê kombûnê û îfadeyê hatibû astengkirin û têkoşîna wan a heqîqet û edaletê jî hatibû astek qedexekirinê. Yolerî destnîşan kir ku ew îro pir kêfxweş in ku meydan hatiye azadkirin.    Yolerî anî ziman ku vê şemiya pêşiya wan wê çalakiya xwe ya heftane li Meydana Galatasarayê li dar bixin.