Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin 2021-09-22 09:09:55 AMED - 45 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi darê zorê hatin teqawidkirin. Li dewsa wan jî xizmên rêvebirên şaredariyê yên di çaxê teqawidbûyînê de hatin bicihkirin.  Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi mobbîngê re rû bi rû ne. Piştî tayinkirina qeyûmê dudoyan, gelek xebatkar bi gefa îxrackirinê sendîkaya xwe guherandin û niha jî gelek jê bi darê zorê tên teqawidkirin.    30 xebatkarên ku teqawidbûyînî li wan hatin ferzkirin, 5 meh berê sirgûnî navçeyan hatin kirin. Hat hînbûn ku di vê sala dawî de ji ber ku gelek karker tên sirgûnkirin, gelek jê ji bêgavî teqawid bûn.    Hat hînbûn ku di 14'ê Îlonê de 45 karker bi darê zorê hatine teqawidkirin.    ÊN HATIN DEWSA WAN JÎ DI TEMENÊ WAN DE NE   Tê gotin li şûna kesên bi darê zorê tên teqawidkirin jî, hin xizmên burokratên ku qeyûm wan ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê anîne şaredariyê hatine bicihkirin. Tew temenê van kesan jî li dor 55-56 salan e û di çaxê teqawidbûyînê de ne.    JI STENBOLÊ HAT, BÛ SEROKÊ DAÎREYÊ   Îsal gelek kes tayinî DÎSKÎ'yê hatin kirin. Abdlgafûr Levent (45) ê ji Rîzeyê ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de dixebitî, tayinî Daîreya Çavkaniyên Mirovan û Perwerdehiyê ya DÎSKÎ'yê hat kirin. Sîbel Çelîk, dotmama Parlementera AKP'ê ya Antalyayê Sena Nûr Çelîk jî li Midûriyeta Nivîsgeha DÎSKÎ'yê hat bicihkirin. Çelîk li vir kadrotî bi dest xist û piştî bû kadro cardin vegeriya Antalyayê.    Her wiha tê gotin dê 30 xebatkarên din jî bi darê zorê bên teqawidkirin.