Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe 2021-09-22 09:09:28 AMED - Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, anî ziman ku bi kampanyaya dane destpêkirin re rêjeya doza ewil aşiyê bûye ji sedî 63 û rêjeya doza dudoyan jî bûye ji sedî 41 û ev yek hejmara pêketiyan jî kêm kiriye.  Ji 1'ê Tîrmehê ku tevdîrên ji bo Covîd-19'ê hatin sistkirin heya niha hejmara pêektiyên Covîd-19'ê û hejmera kesên ji ber wê dimirin zêde dibe. Bi taybetî jî piştî perwerdehiya rû bi rû dest pê kir, fikara ku dê hejmara pêketiyan û miriyan zêde bibe zêdetir bû. Li Amedê heya niha ji ber şewbê perwerdehiya zêdetirî 20 polî hatiye betalkirin.    Li Amedê ji ber zêdebûna hejmara pêketiyan û miriyan, Koordînasyona Pandemiyê ya Civaka Sivîl ku rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî di nav de, di 28'ê Tîrmehê de kampanyaya "Aşîkirin berpirsiyariyeke civakî ye" dabûn destpêkirin. Piştî kampanyayê rêjeya aşîkirinê zêde bû û li bajêr hejmara pêketiyyan û miriyan jî kêm bû. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, rewşa bajêr a di warê Covîd-19'ê de nirxand.    HEJMARA PÊKETIYAN Û NEXWEŞAN KÊM BÛYE   Tûran, da zanîn ku li bajêr rêjeya pêketiyan a rojane kêm bûye û li dor 400'î ye û bi heman awayeî rêjeya nexweşên li nexweşxaneyê jî kêm bûye. Tûran, destnîşan kir ku pandemî dê ne li nexweşxaneyê, dê bi şikandina xeleka wê ya vegirtinê bê bê kontrolkirin û got: "Dibistanên ku nêzî sal û nîvekê girtî bûn hatin vekirin. Diviyabû dibistanê cihê herî dawî bihatana girtin û herî pêşî jî bihatana vekirin bûna."    HEJMARA POLAN DIVÊ BÊ KÊMKIRIN   Tûran, bal kişand ser tevdîrên ku divê li dibistanan bên girtin jî û got: "Divê hejmara polan bê kêmkirin û divê hewadariya xwezayî bê kirin. Divê rêjeya aşîkirinê bê zêdekirin. Divê xebaatkarên perwerdehiyê hemû bên aşîkirin. Gava ev bên kirin divê di warê aşiyê de mirov bên qanehkirin. Dvê maske û berên din ên paqijiyê bêheq bên belavkirin. Divê kesên asemtomîk (bêsemptom) bên tespîtkirin, îzolasyon pêk bê û bên şopandin."    XELASÎ: AŞÎKIRIN E   Tûran, bal kişand ser girîngiya aşîkirin jî û got: "Ên pandemiyan ji holê rakirin e aşî ne. Di pêşîlêgirtina nexweşînên şewbî de aşî amûrên me yên herî girîng in. Heya niha bi saya aşiyan gelek mirovên me xelas bûne. Bi saya aşiyê hin nexweşîn ji holê hatin rakirin. Tekane xelasiya ji pandemiyê jî dê aşî be."    Tûran, bilêv kir ku divê xebatên di warê serwextkirina aşiyê de bên kirin û fikarên di serê mirovan de ji holê bên rakirin.    BANDORA KAMPANYAYÊ   Tûran, ji bo kampanyaya aşiyê ya meha borî dan destpêkirin jî got: "Em di çarçoveya vê kampanyayyê de bi nûnerên rêxistinên demokratîk, nûnerên partiyên siyas û keyayan re li hev civayan. Me forûmek li dar xist ku welatî tevlê bûn. Me guh li pirsên mirovan kir û me di çarçoveyeke zanistî de ew bersivandin. Kampanyaya me gihaşt armanca xwe. Beriya kampanyayê rêjeya doza ewil ji sedî 22 bû û rêjeya doza dudoyan jî ji sedî 14 bû. Lê niha rêjeya doza ewil 62-63 û rêjeya doza dudoyan jî ji sedî 40-41 ye."    MA / Ceylan Şahînlî