Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû 2021-09-21 16:48:27   AMED - Polîs Î.A. yê ku bi maşîneya zirxî Efe Tektekîn ê 5 salî kuştibû beşdarî doza jê tê darizandinê nebû.    Li navçeya Rezanê ya Amedê di 11’ê îlona 2019’an de polîs Î.A., maşîneya zirxî li Efe Tektekîn ê 5 salî qelibandibû û ew kiştibû. Ji sûcê “bûye sedemê kuştinê” li polîs doz hat vekirin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat lidarxistin.    Polîsê bersûc beşdarî danişînê nebû û parêzerên her du aliyan di danişînê de amade bûn.   Parêzerê malbata Tektekîn, Sedat Çinar ji bo dikaribe li dijî rapora “biqisûr” ku dane bavê Efe  Tektekîn, Ahmet Tektekîn dikaribe parastinê bike dema zêde xwest.    Dadgehê daxwaza Çinar qebûl kir û danişînê taloqî 23’yê kanûnê kir.