Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye 2021-09-19 11:52:54   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê dewam dewam dike, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal, gotinên helbestvan-nivîskar Çayan Okuduci yên “Lêgerîna edaletê ya Dayika Şenyaşar a ku bi destên xwe erd dikole, sembola Tirkiyeyê ya sedsala 21’emîn e” parve kir.      Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du lawên wê ji aliyê parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû, ji 9’ê Adarê ve li ber Edliya Rihayê dewam dike. Çalakiya malbatê îro ket roja 195’emîn. Ji ber ku îro dawiya heftê ye û edliye girtî ye, malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.    Malbatê li ser hesabên xwe yên medya dijîtal, gotinên helbestvan-nivîskar Çayan Okuduci yên ji bo Emîne Şenyaşar gotin “Lêgerîna edaletê ya Dayika Şenyaşar a ku bi destên xwe erd dikole, sembola Tirkiyeyê ya sedsala 21’emîn e. Ev sembol di heman demê de, sembola bêedaletî, bêhiqûqî, zalimtî û bêçaretiya kesekê li hember qanûnek vale û xitimiye” parve kir.