Parêzer Bek: Mehmet Emîn Ozkan carek din terkî mirinê hat kirin 2021-09-17 14:12:09   EDENE - Parêzer Tûgay Bek diyar kir ku girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan bi tena serê xwe nikaribûye were odeya SEGBÎS’ê û hatiye asta ku tiştên tên gotin nikare fêm bike û got: “Mehmet Emîn Ozkan carek din terkî mirinê hat kirin.”    Danişîna doza girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê rewşa wî giran e û bi îdiaya têkildarî kuştina fermandar Bahtiyar Aydin ê di cotmeha 1993’yan de li Licê hat kuştin tê darizandin, li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat lidarxistin. Dadgehê bi hêceta ku Doza Licê ya li Dadgeha Îzmîrê tê dîtin bi encam nebûye biryara berdewama girtina Ozkan da.    Ji parêzerên Ozkan, Tugay Bek destnîşan kir ku miwekîlê wan bi bêhiqûqiya Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi cezayê muebetê hatiye cezakirin, lê komkujiya li Licê pêk hat faliyetên kontragerîlla bûn û ji ber vê yekê ji bo darizandina faîlan doz hatiye vekirin.    ‘NIKARE BI TENA SERÊ XWE WERE ODEYÊ’    Bek anî ziman ku ji Emîn Ozkan ji sala 1996’an vir ve di girtîgehê de ye û wiha got: “Ew bi pirsgirêkên cidî yê tenduristiyê re rûbirû ye. Emîn Ozkan nikare bi tena serê xwe were odeya SEGBÎS’ê. Li ser daxwaza dadgehê wî anîn odeya SEGBÎS’ê. Lê belê nikaribû bersiva pirsên şandeyê bide. Çimkî ew êdî hatiye wê astê ji tiştên tên gotin nikare fêm bike. Li gorî agahiyên em ji malbata wî digirin; êdî di demên dawî de hatiye wê astê nizane li ku ye. Em rewşa kesek ku nizane li girtîgehê ye û ne di wê ferqê de ye tê darizandin nîqaş dikin Dadgeh derbarê kesek ku ne di wê ferqa sûcê lê tê îdiakirin de biryara dewama girtina wî dide.”    'BILA WERE BERDANÊ’    Bek diyar kir ku personelên girtîgehê jî di wê ferqê de ne ku Ozkan nikare biaxive û fêm nake û tevî vê yekê jî nayê berdan û got: “Bi vê biryara dawî ku dadgehê da, Mehmet Emîn Ozkan carek din terkî mirinê hat kirin. Heke qanûn û tevdîr tên binpêkirin wê demê ji bo çi ne? Divê ew demildest were berdan.”    'TIŞTEK WIHA DI WÎJDAN DE NÎNE’    Ji parêzerên Ozkan, Yakûp Ataş jî da zanîn ku çawa dibe derbarê însanek ku nikare bi tena serê xwe were odeya SEGBÎS’ê biryara dewama girtinê didin û got: “Tevî Ozkan li ber mirinê ye jî dîsa nehat berdan. Neberdana Ozkan bi tu awayî bi hiqûqê nayê ravekirin. Ne mirovî ye. Tiştek wiha di wîjdan û heqiyê de nîne. Pêwîste rewşa dewama girtina Mehmet Emîn Ozkan were sekinandin û gavek beriya gevekê were berdan.”    MA / Hamdullah Yağiz Kesen