Serokê dadgehê ji bo cezayê Racî Bîlîcî şerh danî 2021-09-17 13:58:38   AMED - Di doza ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Endamê Lijneya Birêvebirina Navendî ya ÎHD'ê Racî Bîlîcî hatibû birîn û li îstinafê hatibû xerakirin de dadgeha herêmî di biryara xwe de israr kir. Serokê dadgehê, şerha ku "Delîl ji bo endamtiya rêxistinê têr nakin" danî.    Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz li Endamê Lijneya Birêvebirina Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Serokê berê yê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî hatibû vekirin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ji ber ku cezayê li Bîlîcî hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû xerakirin doza wî ji nû ve hat dîtin.    DOZGER CEZA XWEST   2'emîn Daîreya Ceza ya Edliyeya Herêmê ya Amedê, di 21'ê kanûna 2020'an de cezayê ku li Bîlîcî hatibû birîn xera kiribû û biryar dabû ku Bîlîcî ji jî nû ve bê darizandin. Li ser vê yêkê îro danişîna Bîlîcî li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Dozger, di danişînê de mutalaaya xwe xwend û bi angaşta "endamtiya rêxistinê" xwest Bîlîcî bê cezakirin.    Bîlîcî, li dijî vê mutalaayê parastina xwe kir û got ku tu girêdaneke wî bi rêxistinên derveyî qanûnan tune ye û xwest bê beratkirin.    PARASINA PARÊZERAN   Parêzerê Bîlîcî Serdar Çelebî jî bal kişand ser biryara xerakirina Dadgeha Îstînafê û destnîşan kir ku di navbera mutalaa û biryarê de nakokî heye û tu girêdaneke muwekîlê wî bi KCD'ê re tune ye. Parêzerê Bîlîcî Bariş Yavûz jî parastin kir û da zanîn ku dadgehê ji emniyetê pirsa muwekîlê wî kiriye û di nivîs û bersivên emniyetê de li dijî muwekîlê wî tu tişt nehatiye dîtin.    Rexmî vê jî heyeta dadgehê bi piraniya dengan bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bîlîcî birî.    SEROkÊ DADGEHÊ JÎ BAWER NAKIN   Serokê dadgehê li dijî biryarê dengê xwe bi kar anî û şer danî ser biryarê. Serokê dadgehê got ku delîlên heyî ji bo endamtiya rêxistinê têr nakin.