Malbata Şenyaşar bang li dozger kir: Heke tu nikarî edaletê pêk bînî îstîfa bike 2021-09-17 10:50:24   RIHA - Malbata Şenyaşar, bang li Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî kir û got: “Heke tu nikarî edaletê pêk bînî îstîfa bike.”   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 193’yemîn de didome. Di saetên serê sibê de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar wek her roj ji navçeya Pirsûsê hatin li pêş avahiya edliyeyê û li cihê ku weke “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin bi dowîza “Em ji bo her kesê edaletê dixwazin” dest bi nobeta xwe kirin.   MÊZÎNA EDALETÊ   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal careke din daxwazên xwe anîn ziman. Malbatê Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî di Twitterê de etîket kir û ev bang lê kir: "Di aliyekî mêzîna edaletê de parlementerê desthilatê heye. Li aliyê din jî 3 canên li nexweşxaneyê hatine qetilkirin hene. Ji bo ku hûn parlementerekî û malbata wî biparêzin hemû qanûnan tune dihesibînin. Heke tu nikarî edaletê pêk bînî îstîfa bike.”