Li nav çiyayan wextê mehseran e 2021-09-17 09:05:55 AMED - Bi hatina payizê re wextê mehseran jî dest pê kir. Li navçeya Pasûrê ya Amedê gel dest bi amadekariyên ji bo mehseran kirin.  Li gundê Eskar ê navçeya Pasûrê ya Amedê wextê mehseran dest pê kir. Şîreya tiriyên ji mêweyan tên jêkirin, di sîtilan de tê kelandin heta dibe hewdel. Paşê jin hewdela ku li ser çarşefan tê rijandin, li ser çarşefê bi awayekî pir tenik belav dikin. Rojekê li ber tavê dimîne û paşê ji ser çarşefan tê rakirin û bi benik ve tê daliqandin û paşê dibe bastêq.    Welatiyên li ser mehseran dixebitin, anîn ziman ku car heye ji ber berazan bêyî ku tiriyên wan baş bikemilin jêdikin. Hin welatiyan jî bilêv kirin ku ji ber ku rezên wan pir dûrî malên wan in, di rêyên kend û kosp de kişandina tirî pir zehmet e.    Welatiyan diyar kir ku pirî caran beraz zirareke mezin didin rezên wan û li vir karkeriya li ser mehseran pir zehmet e, lewma di dema mehseran de gelek kes bi hev re dixebitin. Welatiyanî destnîşan kir ku bi tevkarî karê hev dikin û ji şîreya tirî bastêq, benî û dimsê çêdikin.