Betal doza hilbijartina pêşwext dikin 2021-09-17 09:01:39 WAN - Waniyan diyar kir ku rêjeya betaliyê ji ya ku hatiye diyarkirin pir zêdetir e û destnîşan kirin ku çareserkirina pirsgirêkê hilbijartina pêşwext û rêveberiyeke nû ye.  Li gor daneyên meha Tîrmehê yên hêza karî yên Desteya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK), li seranserê welêt hejmara betalan li gor meha borî 506 hezar zêde bûye û bûye 3 milyon û 902 kes. Yek ji bajarên ku rêjeya betaliyê lê zêde ye jî Wan e. Waniyan destnîşan kir ku ev rêje nerast in, ji lew re hejmara betaliyê hîn zêdetir e.    TEKANE RÊ HILBIJARTIN E   Osman Yildiz destnîşan kir ku çavkaniya debarê ya bajêr bazirganiya sînor e û ji ber ku pêşî li ber vê hatiye girtin hejmara betaliyê her diçe zêdetir dibe. Yildiz, anî ziman ku ji bo kêmbûna betaliyê hilbijartina pêşwext divê û got: "Divê zextên li ser siyasetê û gel bi dawî bibin. Tu dibê qey devê hemû welatiyan hatiyye mohrkirin. Kes nikare tiştekî bibêje. Kî devê xw evedike ji wan re dibêjin 'terorîst'. Bi vî awayî gel ditepisînin. Ji bo bidawîbûna betaliyê pêdivî bi xwîne nû heye. Hilbijartin û rêveberiyeke nû divê. Êdî welêt bi qeyûman, bi tayinkirinan nayê birêvebirin."    NETEWPERESTÎ Û PARTÎPERESTΠ   Tûrgût Ertaş ku zanîngeh kuta kiriye û betal e, anî ziman ku ji ber liyaqat tune nayê tainkirin û niha bi saa malbata xwe debara xwe dike. Ertaş, anî ziman ku ji ber ku li bajêr kar tune yeî ciwan ji bêgavî berê xwe didin bajarine din. Ertaş, bilêv kir ku tenduristkar e, lê betal e û got: "Min dibistana amadehiyê wekî hemşîre kuta kir. Ji Beşa Paramedîkê ya Zanîngeha Yuzunci Yil a Wanê mezûn bûm. Ji ber şert û mercan kadro bi dest min neket. Nexasim li nexweşxaneyên zanîngehê kesên bitorpîl bûn xwedî kar. Puanê min baş e, lê dîsa jî nayên tayinkirin. Lê hin kesên puanê wan ji yên min kêmtir hatin tayinkirin. Sedema vê jî nebûna liyaqatê yye. Ji ber netewperestî û partîperestiyê em di vî halî de ne û pir xemgîn im."    DERIYÊ SÎNOR   Zekî Gorentaş jî bilêv kir ku bi salan e betal e û karên rojane dike. Gorentaş, anî ziman ku heger wisa bidome dê hejmara betalan zêdetir bibe. Gorentaş, destnîşan kir ku gava kar bi dest wî nakeve deyn dike û got: "Betalî ne ew pirsgirêk e ku di demeke kurt de bê çareserkirin. Heya îqtidar û muxalefet pev biçin, dê ev pirsgirêk çareser nebe û dê hejmara betalan zêdetir bibe. Ez jî karên rojane dikim û pereyê bi dest min dikeve pê lazmatiyên malê dikirim. A din a rojê cardin didim dû kar."    Gorentaş, destnîşan kir ku li Wanê tekane çareseriya betaliyê, vekirina deriyê sînor e.    ‘DÊ BETALÎ ZÊDE BIBE'   Mehmet Refîk Goler ku Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ew ji kar derxist, anî ziman ku pîşeya wî ya sereke turîzm-otêlvanî ye û got: "Min 25 salan rêvebertî kir. ÎŞKÛR, karkeran digire, lê min çend caran serî lê da ez negirtim. Ev demeke li Wanê kesên ji Afxanîstan û Sûriyeyê hatine didin şixulandin. Lê rojê 20-40 TL'yî didin wan. Bi hezaran kesên wekî min mexdûr in. Dê rêjeya betaliyê zêdetir bibe. Ji Adara par heya niha betal im. Diçim gund giya didirûm, lê ev têra me nake. Bi pereyê bi dest min dikeve, 5 xwendekaran didim xwendin."    MA / Bariş Donmez