Çalakiya hîndekaran didome 2021-09-16 16:56:58   STENBOL - Hîndekaran li dijî tayînkirina rektorê qeyûm a Zanîngeha Bogazîçiyê derdikevin cara 171’emîn pişta xwe dan avahiya rektoriyê.    Tayînkirina rektorê qeyûm a Zanîngeha Bogazîçiyê ya ji aliyê Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan ve cara 171’emîn hat şermezarkirin. Hîndekarên ku pişta xwe dan avahiya rektoriyê xwestin ku hempîşeyên wan ên ji peywîra xwe hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe. Hîndekaran dowizên “Em qebûl nakin” , “Em dest jê bernadin” , “Feyzî Erçîn ne bi tenê ye” , “Cemre Baytok bila vegere ser karê xwe” , “Can Candan ne bi tenê ye” hilgirtin. Hîndekaran pişt re bi çalakiya rûniştinê nobeta xwe domandin.