Baroya Amedê ji bo guhdarkirina Davûtoglû serlêdan kir 2021-09-16 16:56:21   AMED - Baroya Amedê û Malbata Elçî, ji bo serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû ku gotibû "Tahîr Elçî bû qurbanê sûîqesteke siyasî" bê guhdarkirin, serî li dadgehê da.    Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû, beriya çend rojan di çarçoveya xebatên partiya xwe de hatibû Amedê û hin hevdîtinan kiribû. Davûtoglû, serdana Baroya Amedê ku dema serokwezîriya wî de Serokê wê Tahîr Elçî hatibû qetilkirin jî kir. Davûtoglû di serdana xwe de gotibû ku Tahîr Elçî bûye qurbanê sûîqesteke siyasî. Ji ber van gotinên wî Baroya Amedê û Malbata Elçî, serî li 10'emîn Dageha Cezaya Giran a Amedê dan û xwestin ku Davûtoglû li danişînê bê guhdarkirin.