Doza tecawizkar Mûsa Orhan dest pê kir 2021-09-16 14:49:23 SÊRT - Rûniştina 4’emîn a doza çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku destdirêjî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê dest pê kir.  Çawişê pispor Mûsa Orhan li Sêrtê destdirêjî Îpek Er kiribû û Îpek Er ji ber vê destdirêjiyê dawî li jiyana xwe anîbû. Orhan ê destdirêjkar ji sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” negirtî tê darizandin. Rûniştina 4’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê tê lidarxistin. Malbata Er û parêzerên wan, parêzerên endamên baroyên Amed, Sêrt, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîne şûna wê beşdarî dozê bûn.    ROJNAMEVANAN ASTENG KIRIN   Polîsan derdor û hundirê edliyê dorpêç kirin û rojnamevanên xwestin dozê bişopînin asteng kirin.    Danişîna bi parastina parêzeran dest pê kir, berdewam dike.