Derbarê rojnamevan Tolu de daxwaza beraetê hat kirin 2021-09-16 13:15:36   STENBOL - Dozger di doza nûçegihana ETHA’yê Meşale Tolû jî di nav de 27 kes jê tên darizandin, ji “endamtiya rêxistinê” derbarê 27 kesan de xwest werin beraetkirin û derbarê 13 kesan de jî xwest ji “propaganda rêxistinê” werin cezakirin.    Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Meşale Tolu jî di nav de 27 kes bi îdiayên “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin. Danişîna doza 27 kesan li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Rojnamevan Tolu beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Keleş Ozturk amade bû. Ceren Çaban a ji dozê tê darizandin û parêzerên dozê beşdarî danişînê bûn.    Dozgerê dozê mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest 27 kes ji “endamtiya rêxistinê” werin beraetkirin û derbarê 13 kesan de jî xwest bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” werin cezakirin.    Parêzeran ji bo dikaribin li hember mutalayê parastinê bikin, dema zêde xwestin. Şandeya dadgeyê daxwaza parêzeran qebûl kir û danîşinek din taloqî 24’ê kanûnê kir.