81 kesên ku PDK'ê ew girtin di greva birçîbûnê de ne 2021-09-16 10:32:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistanê, 81 kesên ku sala borî ji ber şermezarkirinê ji aliyê PDK'ê ve hatibûn girtin 11 roj in di greva birçîbûnê de ne.    Li Herêma Kurdistanê, 81 kesên ku aktîvîst, mamoste û rojnameger jî di nav wan de hene sala borî ji ber şermezarkirinên pêkanînên antîdemokratîk ên DPK'ê hatibûn girtin. Van kesan bi daxwaza darizandina adîlane dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji girtiyan Umîd Barûşkî û Bedel Berwarî, di 6'ê îlonê de hatin darizandin û ji bo wan biryar nehat dayîn. Li ser vê dest bi greva birçîbûnê kirin. Malbatên aktîvîstan jî li dijî neheqiya ku pêk hat li pêş Girtîgeha Asayîşê ya Hewlerê dest bi çalakiyê kirin.    Tîma Lihevanînê ya Xristiyan (CPT), têkildarî mijarê daxuyaniyek da û xwest ku darizandineke adîl bê kirin û banga berdana girtiyan kir. Aktîvîst Şêrwan Şêrwanî ku di çalakiya greva birçîbûnê de ye ji CPT'ê re peyam şand û da zanîn ku her heştê û yek girtî ji ber neheqî û îşkenceya li dijî xwe ketine grevê û hin girtî avê jî venaxwin.