Di tevahiya îhaleyên 450 milyonî yên qeyûm de nelirêtî heye 2021-09-16 09:06:24 MÊRDÎN -  Lepirsîna nelirêtiyê ya 450 milyonî ya derbarê qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û koma wî de hatiye destpêkirin tam minaka bêqanûniyê ye. Li gorî vê, rêveberiya qeyûm xala qanûnê bihîle bi kar aniye, îhaleya xeyalî pêk aniye, karên nehatine kirine weke hatine kirin hatine nîşandan û girtek pêşî hatine amadekirin.  Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di salên 2014 û 2019’an de ji aliyê HDP’ê ve hatin qezençkirin. Di 17’ê mijdara 2016 û di 19’ê tebaxa 2019’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve şaredarî hat desteserkirin û qeyûm tayînî şûna hevşaredarên HDP’î hat kirin. Her du caran jî heta Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman weke qeyû tayînî şaredariyê hat kirin. Derket holê ku di navbera 17’ê mijdara 2016’an – 14’ê nîsana 2019’an û 19’ê tebaxa 2019’an – 10’ê hezîrana 2020’an de Yaman û ekîba xwe li şaredariyê nelirêtiyên mezin kirine. Ji ber van nelirêtiyan qeyûm Yaman jî di nav de derbarê 72 kesan de 2 lêpirsîn hatin destpêkirin. Wezareta Karên Hundir destûr da darizandina qeyûm yaman û kesên pê re. Bi lekolînên serperiştan yek bi yek hatiye tespîtkirin ku di 36 îhaleyên bi 450 milyonî de ji fîrmayan re 98 milyon zêde hatiye razandin. Di hurgiliyan de agahiyên balkêş hene.    AJANSA ME ANÎ ROJEVÊ   Îhaleyên ku serperiştan di wan de nelirêtiyan tespît kiriye 21 ji wan di bin banê Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Hawirdorê de hatine kirin. Ev îhale ji 28 milyon û 766 hezar û 193 TL’yan pêk tê. Li gorî vê; îhaleyên girtinê yê ji bo parqan, îhaleyên ronîkirinê, îhaleyên girtina poşetên çopê, îhaleya çandina daran, îhaleya kirêkirina kaşkeran bûne mijara lêpirsînê. Îhaleya baxçeyê tîkî yê dema qeyûm hatibû çêkirin û ji ber bêxwedîtiyê hişk bûye jî bûye mijara lepirsînê. Di nav îhaleyên ku bûne mijara lêpirsînê de îhaleya çandina daran a li qada depokirina çopê ya li navçeya Nisêbînê ku Ajansa Mezopotamyaye (MA) bi belgeyan derxistibû holê ku îhaleyeke wiha tune ye û xeyalî ye jî heye.  (link).   15 îhaleyên ku di wan de nelirêtî hatiye tespîtkirin di bin banê Serokatiya Daîreya Rêyên Bejahî de hatine kirin. Ev îhale ji 510 milyon û 738 hezar û 587 TL’yan pêk tên. Di nav îhaleyan de îhaleya rêyên 10 gundan ya bi 352 milyon TL’yî ku MA’yê beriya niha anîbû rojevê jî heye.  (link). Dîsa hatiye tespîtkirin ku di îhaleyên ji aliyê MA’yê ve hatibûn rojevê yên dema derengxistina dayîna mazbataya Ahmet Turk a piştî Hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de hatine kirin de nelirêtî hatine kirin.  (link).   NAVÊ DEK Û DOLABÊ: ÇÊKIRINA RÊYÊN CUDA    Hema bibêje di hemû îhaleyan de navê bajar û navçeyê hatiye dayîn û gotina “çêkirina rêyên cuda” hatiye bikaranîn. Mîqdara rêya bê çêkirin, mîqdara asfalta be rêjandin û gelek qelem di dosyayan de nehatine diyarkirin. Di nav tespîtên ku serperiştan bal kişandiyê de tespîta îhale kirina “usûla bazariyê” ya di çarçoveya benda (c) a xala 21’emîn a Qanûna Îhaleya Cemaweriyê (KÎK) de cih digire.    ELEQEYA NIVÎSA EWLEHIYÊ BI ÎHALEYÊ RE TUNE YE   Di hemû îhaleyên rêveberiya qeyûm de di bikaranîna xala KÎK’ê de daxwaza “ji ber ewlejiyê divê çêkirina rê b lezgînî bê temamkirin” ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Bajar û Miduriyeta Polisan a Mêrdînê ve hatiye nivîsandin ne ji bo îhaleyan e. Dîsa hin rêyên ku weke hatine çekirin di encama lekolînên serperiştan de derketiyhe holê ku nehatine temamkirin, amûrên hatine bikaranînan ne li gorî şertnameya îhaleyê ne û gelek rêyên ku nehatine çêkirin weka hatine çekirin hatine nişandan.    GIRTEK PÊŞÎ HATINE AMADEKIRIN   Hatiye tespîtkirin ku girtekên îhaleyên derbarê karên girtinê de bi nakok û kêm in, ne zelal in û di destpêk û dawiya wan de dîrok û îmze tune ne. Dîsa derbarê girtekan de hatiye tespîtkirin ku hin girtekên ku îmze li wan hene beriya qebûlkirinê hatin amadekirin. Di lêkolînên serperiştan de hatiye diyarkirin ku girtek bi qeydên xwe yên embarê re bi nakok in û di piraniya girtekan de nehatiye diyarkirin ku amûr ji kuderê re hatine bikaranîn.    ÎHAEYA XEYALÎ HATIYE TESPÎTKIRIN   Îhaleya çandina daran a li qada çopê ya navçeya Nisêbînê ku weke îhaleya xeyalî hatibû rojevê jî ji aliyê serperiştan ve hatiye tespîtkirin ku xeyalî ye. Hatiye diyarkirin ku rexmî qad di navbera salên 2017-2018’an de bi derfetên şaredariyê hatiye sererastkirin jî dîsa hatiye îhalekirin. Di encama îhaleyê de milyon û 365 hezar TL xesara cemaweriyê çêbûye.    MA / Ahmet Kanbal