Rexmî rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ jî 10 sal wî dan razandin 2021-09-16 09:06:18 STENBOL - Abdullah Îçlî ku rexmî nexweşiyên xwe yên giran jî 10 salan girtî man, diyar kir ku polîtîkayeke taybet a dewletê li dijî girtiyên nexweş heye û ev tişt got: “Bijîşkê ku didît doz siyasî ye rast e rast digot, ‘temam tiştekî wî tune ye’.”  Abdullah Îçlî (68), di sala 2011’an de dema ku Endamê Meclisa Şaredariya Panosê yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû, di operasyona ku di bin navê “KCK’ê” de hat kirin de hat girtin. Îçlî, di 3’ê tîrmeha 2021’an de hat berdan û qala tiştên hatine serê wî û pirsgirêkên girtiyên nexweş kir.    RAPORA “NIKARE LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE” DANÊ   Piştî girtina xwe 6 meh şûnde Îçlî, li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê qeyrana dil derbas dike û derbarê rewşa xwe ya wê deme de ev tişt gotin: “Piştî 7 rojên ku min qeyrana dil derbas kir careke din min birin girtîgehê. Bijîjkê min rapor nivîsand ku ez nikarim li girtîgehê bimînim. Parêzerê min vê raporê gihand dozger û piştî 10 rojan bi şertê kontrola edlî hatim berdan. Piştî berdana min 24 rojan li Edliyeya Panosê daneşîna min hat dîtin. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li Stenbolê bûm û tevlî danişînê nebûm. Di danişînê de dadgehê careke din biryara girtina min da û li nexweşxaneyê min binçav kirin.”   ‘MINN ROJÊ 18 QUTÎ DERMAN BI KAR DIANÎ’   Îçlî, da zanîn ku piştî binçavkirina xwe 7 salan li Girtîgeha Umraniyeyê girtî maye û wiha axivî: “Ji ber nexweşiyên min dem deman min radikirin nexweşxaneyê. Li vi girtîgehê 3 caran anjiyo bûm. Li girtîgehê nexweşiyên min zêde bûn. 4 nexweşiyên min hebûn. Min rojê 18 qutî derman bi kar dianî. Girtiyên nexweş ên din jîi pirsgirêk dijiyan. Dema ku em diçûn nexweşxaneyê bijîjk bi me re mijûl nedibûn. Bijîjkê didîtin doza me siyasî ye rast e rast digotin, ‘temam e tiştekî wî tune ye’. Li girtîgehan polîtîkayeke ku li dijî girtiyên siyasî tê pêşxistin heye. Biryarên li ser me siyasî ne.”   ‘POŞMANIYÊ’ FERZ KIRINE   Di berdewamê de Îçlî, diyar kir ku di demên dawîn ên girtina wî de “poşmaniyê” li ferz kirine û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Cezayê girtiyan ê sala dawîn vediguhere kontrola edlî. Min jî xwest vî mafê xwe bi kar bînim lê destûr nedan. Gotin, ‘heke tu ji qawişa siyasiyan derkevî û derbasî qawişa edliyan bibî û poşmaniyê qebûl bikî em ê vî mafî bidin te’. Min ev qebûl nekir. Ev pekanîna rêveberiya girtîgehê bû. Ev pekanîneke ji bo şikandinê vînê bû. Polîtîkayeke taybet a rêveberiyên girtîgehan a ji bo girtiyên nexweş heye. Rêveberiyên girtîgehan ku destûr nadin tedawiya girtiyên nexweş dema tên ber mirinê wan ber didin.”   DEYNDARÊ RÊHEVALÊN XWE YE   Îçlî, bi lêv kir ku bi saya serê hevalên xwe dijî û ev tişt got: “Lewre b imin re mijûl dibûn. Dikirin ku ez hem bi rih hem jî bi fizîkî bihêz bisekinim.”